'Di projeyên Veguherandina Bajarvaniyê de bêtir jin û zarok mexdûr dibin'

  • 09:10 12 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Seroka Odeya Plansazên Bajêr a Amedê Bêrîvan Guneş diyar kir ku projeya veguherandina bajarvaniyê herî zêde li ser jin û zarokan bi bandor e û got: “Di projeya veguherandinê de mafê jin û zarokan tê piştguhkirin. Ji bo rantê gelek şêniyên taxê tên mexdûrkirin wekî taxên Alîpaşa û Lalebey yên Sûrê."
 
Li taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeya Rezana Amedê, di 25'ê îlonê de bi biryara Serokkomariyê li qadek 53 donim wek qada bi rîsk hat ragihandin û wê li vir veguherandina bajarvaniyê pêk were. Biryarname di Rojnameya Fermî a Dewletê hat weşandin. Dîroka vê navçeyê 60 sal e û bêtir li vir kesên ku koçberbûne dijîn. Li gorî daneyên fermî nifûsa wê derê 393 hezarî derbas kiriye. Di etapa 1’emîn de ku wê bibe qada veguherandina bajarvaniyê 337 avahî lê hene û hezar û 354 mal lê hene. Li vê cihê ku tê xwestin veguherînin qada bajarvaniyê 7 hezar mirov lê dijî. Ev proje jiyana 7 hezar kesan bandorê dike. Der barê mijarê de Seroka Odeya Plansazên Bajêr a Amedê Bêrîvan Guneş ji ajansa me re axivî. 
 
‘Biryarek polîtîk e’
 
Berîvan anî ziman ku biryara li ser projeya veguherandina bajarî biryarek polîtîk e û got: "Li Rezana kevn ango taxa Kaynartepe plana îmarê nîne. Lewra di hêla avahiyên jorîn û bingehî gelek kêmasî têde hene. Dema ku erdhêja li Xarpetê pêk hatibû ji van gelek avahî jî zirarê dîtibûn. Me wek heyeta TMMOB'ê van avahiyan tespît kiribû. Em dizanin ku divê ji bo van avahiyan mudaxeleyek bê kirin lê di destpêka de bijartina taxa Kaynartepeyê me xist nava fikaran. Divê ji aliyê rayedar û saziyan ve sedema bijartina vê taxê bê aşkerakirin." 
 
‘Ev proje gelek şêniyên wir mexdûr dike’
 
Berîvan destnîşan kir ku ev proje gelek şêniyên wir mexdûr dihêle û wiha axivî: "Projeya veguherandina bajarvaniyê bi civakê re nehatibû parvekirin. Ji ber vê yekê em jî wekî welatiyan xwedî zanînên bi sînor in. Lê rêjeya istîhdamê yê herêmê gelek qels e. Ji bo vê em ji bo şêniyên wir bi fikar in. Ji ber ku şêniyên ku li wir dijîn ne xwedî tapoyê ne. Ev rewş jî dê gelek şêniyên wir mexdûr bihêle. Mijarek din jî ew e ku çand û terza jiyana wan nehatiye fikirandin. Şûna wê de tenê ji bo vehûnek civakî, ev proje hatiye sêwirandin. Divê şêniyên taxa Kaynartepeyê Rezanê wek şêniyên taxên Alîpaşa û Lalebey yên Sûrê neyên mexdûrkirin."
 
‘Herî zêde jin û zarok bibandor dibin’
 
Berîvan got di vê projeye de herî zêde jin û zarok bibandor dibin û wiha bilêv kir: “Di demên dawiyê de, dema em mînakên veguherandina bajarvaniyê dinêrin li şêwazên jiyanê re mudaxele tê kirin. Veguherandina bajarvaniyê de piranî pirsgirêkên gel nayê dîtin. Dewlet û sermayedar xwe li ser vê babetê diafirîne. Jixwe di rewşa asayî de jin nikarin xwe bighînin xizmetan, dema ev pêvajo jî destpê bike mafê jinan dê bêtir bê piştguhkirin. Jinên ku ji cihên xwe tên dûr xistin ji bo mafên xwe yên perwerde û tenduristiyê jî tên dûr xistin. Bi vî awayî jin ji qadên civakî tên dûr xistin û tenê bi mal ve bi sînor dibin. Bi taybetî jî mafên jin û zarokên yên bajarvanî nayê fikirandin. Di van projeyên ku din bin navê veguherandina bajarvaniyê de bidestxistina rantê tê kirin, pirsgirêkên jinan kûrtir dikin. Jin ji çanda xwe yên kolan, tax û têkiliyên cîrantî tê dûr xistin.”