Li Kobanê mirina jinekê ya bi guman

  • 08:18 12 Mijdar 2020
  • Rojane
KOBANE - Duh jinek ciwan a bi navê R.B.G a ji Kantona Kobanê ye ji ber sedemên ne diyar bi awayekî bi guman dawî li jiyana xwe anî.
 
Jina ciwan a bi navê R.B.G ya 21 salî ji gundê Hemdûn ya girêdayî Kantona Kobanê ye, ji ber sedemên ne diyar hat gotin dawî li jiyana xwe anîye. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin R.B.G bi çeka kileşnîkofê dawî li jiyana xwe aniye. 
 
Di derbarê buyerê de Hêzên Ewlekariya Hûndirîn lêpirsîn dane destpêkirin.