Li Nisêbînê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de serdana esnafan

  • 16:58 11 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de serdana esnafên bazarê hat kirin û bi jinan re hevdîtin hat kirin.
 
Li Nisêbîna Mêrdînê jinan di çarçoveya çalakyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê de serdana bazarê kirin. Serdana ku parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berdevka Partiyê Ebru Gunay di nav de cih girt bi sedan jin jî tevli bûn. 
 
Jinên ku li navçeyê di saetên serê sibehê de serdana esnafan kirin, bi şêniyên navçeyê re jî sohbet kirin û pirsgirêkên wan guhdar kriin. Jinên ku piştî serdana esnafan çûn bazarê li wê jî belavokên bi dirûşma "Em xwe diparêzin" belav kirin û bi jinên li bazarê re hevdîtin kirin. 
 
Jin bi coş hatin pêşwazîkirin
 
Jinên ku li bazarê bi tilîlî û dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin pêşwazîkirin dest bi meşê kirin û bi coş hatin pêşwazîkirin. 
 
Piştî serdana bazarê çalakiya jinan bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.