Cenazeyê 2 şervanan piştî 4 mehan dan malbatan

  • 16:11 11 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Du şervanên HPG’ê yên di 8’ê Tebaxê de li navçeya Dêrikê di encama operasyonê de jiyana xwe ji dest dabûn. Şervanên jiyana xwe ji dest dan cenazeyê wan piştî 4 meh derbas bûn dan malbatên wan.  
 
Di  5’ê Tebaxê de li bejahiya Dêrika Mêrdînê operesyon hatibû destpêkirin. Di roja sêyem ya Operesyonê di 8’ê Tebaxê de 2 şervanên HPG’ê yên bi navê Dîren Avent (Gulîstan Şahîn) û Hêvî Herekol(Xunav Ayhan) jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên wan bi daxwaza ku cenazeyên xwe bigirin serî li Serdozgerya Komarê ya Mêrdînê dabûn. Malbatên ku serlêdan kirin piştî 4 mehan cenazeyê zarokên xwe girtin.
 
Ji şervanên jiyana xwe ji dest dan Hêvî Herekol wê li gundê Hêşeta berê spî yênavçeya Perwariya Sêrtê ,  Dîren Avent jî wê li gundê Tum ê girêdayî navçeya Sererayê ya Wanê bên definkirin.