Li Cizîrê îfadeya 7 kesên di bin çavan de tê girtin
- 13:26 11 Mijdar 2020
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê berî bi 3 rojan bi ser malan de hatibû girtin û 12 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin 5 jê duh hatin berdan û hat ragihandin ku îfadeya 7 kesan mayî jî îro îfadeyên wan tên girtin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, berî bi 3 rojan di çarçoveya operasyoneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Ciîzrê hat destpêkirin de polisan bi ser malan de girtibû. Di encama serdegiritnên hatin kirin de Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê Guler Tûnç û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de 12 endam û rêvebirên HDP'ê hatibûn binçavkirin.
5 kes serbest hatin berdan
Ji kesên hatin binçavkirin 5 jê piştî îfadeya wan li Midûryeta Emniyetê ya Cizîrê duh êvarê hatin berdan. Kesên hatin berdan navên wan wiha ne: "Azîz Uygur, Selahattîn Ozkalay, Sabrî Erdogmuş, Reşît Çagli û Musa Acar."
Îfade tên girtin
Her wiha îfadeyên Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç û Hevşaredara Cizîrê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Berîvan Kutlu, Cihan Olmez, Mesut Nart, Mustafa Dal, Alî Taniş û Mesut Ûçkaç jî li emniyetê destpê kir.