Hevserok Şevîn Alaca hat surgunkirin
- 13:17 11 Mijdar 2020
- Rojane
QERS - Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku ji peywirê hatibû dûrxistin û piştre hatibû girtin, bi 3 jinên cem xwe girtî re sewqî girtîgeheke din hat kirin.
Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku ji peywirê hatibû dûrxistin, qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û piştre hatibû girtin, bi xebatkara şaredariyê Şengul Erkmen, Aktîvîsta TJA’yê Medya Tagay û Hazal Agdeve re ku li Girtîgeha Qersê girtîbû, sewqî girtigehên cuda hatin kirin. Şevîn, Medya û Şengul sewqî Girtîgeha Jinan a Amedê hatin kirin û Hazal jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê hat kirin.