Li dijî êrişan Dayikên Gerîla daxuyanî dan

  • 13:03 11 Mijdar 2020
  • Rojane
HESEKÊ- Dayikên Gerîla yên bajarê Hesekê êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser qadên parastina medyayê bi daxuyaniyekê şermezar kirin û gotin: “Wê dîsa bindestî nebe para me, zarokên me şervanên me ne. Em ê dagirkeriyê têk bibin û welatê xwe ji hemû rengên êrîşan biparêzin.” 
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser qadên parastina medyayê Dayikên Gerîla yên bajarê Hesekê daxuyanî dan. Daxuyanî  li Parka Şehîd Kawa bi beşdariya bi dehan dayikan hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan, Êva Ebd- El Kerîm ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
”Tevgera Azadiya Kurdistanê ji dema ku hatiya avakirin û heta roja me ya îro ji bo parastina civaka xwe têkoşînê dide meşandin.  Ji bo rizgarkirina gelê bindest her armancên wan avakirina jiyaneke aram û azad bû. Siyasetên ku îro destên xwe dixin destên dijmin û êrîşî zarokên me dikin em tu carî qebûl nakin. Ev êrîş li ser vîna civaka me tê kirin û mirovên xwefiroş destekê didin wan. Îro em jî xwedî hêz in û xwedî hebûn in. Em ê pilanên ku ser me tên kirin vala derxînin. Em weke Dayikên Gêrîla bi sekneke xurt helwestên xwe nîşan didin û van êrîşan şermezar dikin. Wê dîsa bindestî nebe para me. Zarokên me şervanên me ne. Em ê dagirkeriyê têk bibin û welatê xwe ji hemû rengên êrîşan biparêzin. Zarokên me di dibistana welatparêzî û exlaqî de mezin bûne. Em rûmeta xwe nafiroşin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedan “ bi dawî bû.