Êrişên dewleta tirk ên li ser Zirganê didomin

  • 10:31 11 Mijdar 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Dewleta tirk û hevkarên wê duh bi balafirên bêmirov, obîs û havanan gundewarên navçeya Zirganê topbaran kirin. 
 
Dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê di 10'ê Mijdarê de gundewarên Rojavayê navçeya Zirganê ya girêdayî Kantona Hesekê bi balafirên bêmirov, obîs û havanan topbaran kirin. Di encama topbaranê de zirar û ziyan gihîşt mal û milkên sivîlan.  
 
Gundên navçeyên Dada Evdal, Um Hermel, Metmûra û Wesfayê, herî zêde bi xeteriya êrîş û topbarana dewleta tirk re dimîne. Her wiha di heman roja topbaranê de gerîneke zêde ya balafirên keşfê hebûn. Jina bi navê Rehef Esaf a ji gundê Dada Ebdal encamên topbaranê vegot. 
Rehef Esaf derbarê êrîşan de ev tişt got: "Duh, di encama êrîşan de em derdora 5 saetan di mala xwe de di dorpêçê de man û me nikarîbû ku zarokên xwe jî xilas bikin. Top li peyî hev li ser gund dihatin barandin. Piştî ku topbaran kêm bû, me dikarîbû hindekî xwe bidin gundê din û paşê em vegeriyan mal. Ji ber topbaranê, çêleka ku min ev 10 salin wê xwedî dikim, mir. Cihê xemgîniyê ye lê em çi bikin."
 
Rehef bal kişand ser rewşa zarokan û wiha dirêjî da gotina xwe: "Zarok jî ji êrîş û topbaranê zirar dîtin. Zarokekî min dema ku topbaran çêbû, nema dikarîbû biaxive û çavên wî spî bûn. Piştî hewldanan me dikarîbû hindekî wî ji wê rewşa tirsê derbixin û vegerînin rewşa wî ya normal."
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê, noqteyên xwe yê li Til Temir û Zirganê zêde dikin û di van rojên dawî de tevgereke wan ya ne normal heye.