Eren Keskîn: Fatma Tokmak divê bê tehliyekirin

  • 09:08 11 Mijdar 2020
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn a ku hem parêzer hem jî vasîsa girtiya bi nexweşiya giran Fatma Tokmak e da zanîn ku divê Fatma Tokma ya ku rapora wê ya "nikare di girtîgehê de bimîne" heye bê berdan. 
 
Fatma Tokmak a ku di 1996'an de hat binçavkirin, îşkenceyên giran lê hat kirin û niha di Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê de tê girtin û bi nexweşiya giran e nayê tehliyekirin. Fatmaya ku ji ber îşkenceyên giran bi nexweşiyên giran ketiye tevî rapora Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ya Şaxa Stenbolê (TÎHV) ya "nikare di girtîgehê de bimîne" ji ber rapora Saziya Tipa Edlî ya "dikare di girîgehê de bimîne" nayê berdan. 
 
Fatmaya nexweşiya dil pê re heye bi rapora Tipa Edlî di 2006'an de hatibû berdan lê di 2010'an de dîsa hatibû girtin. 
 
'Îşkence li wê û li zarokê wê yê 2,5 salî hat kirin'
 
Parêzer û vasîsa Fatma, Eren Keskîn nikare bi Fatma re hevdîtinê bike. Destûra vê yekê nayê dayin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn têkildarî mijarê wiha got:"Fatma Tokmak ji ber sûceke ku nekiriye ev salên dûdirej in di girtîgehê de ye. Dema hat girtin xwendin û nivîsandina wê tune bû û bi tirkî nizanîbû. Nizanibû lê bi zorê destên wê li bin îfadeyekê xistin. Bi zarokê xwe yê 2,5 salî bi Azad re hat binçavkirin. Ji bo Fatma bipeyive îşkence li Azad kirin. Wê demê ev doza gelekî dihat zanîn. Di dest û pişta zarok de cixare vemirandibûn. Azadê biçûk bi salan travmaya vê yekê jiya. Fatma heta 2005'an bi girtî hat darizandin. Dema di girtîgehê de bû bi nexweşiya dil ket. Di wê serdemê de bi rapora tipa edlî serbest hat berdan. 5 salan li derve ma. Cezayê wê di wê navberê de hîn li dadgeha bilind dewam dikir. Çimkî cezayê muebbetê girtibû. Min gelek carî jê re got biçe derveyî welêt wê jî got sûcê min tune ye. Ew ê dadgeha bilind cezayê min bi dawî bike. Mixabin dadgeha bilind di 2010'an de ceza erê kir û Fatma dîsa ket girtîgehê."
 
'Rewşeke bi talûke ye'
 
Erenê da zanîn ku tevî rapora Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ya Şaxa Stenbolê (TÎHV) ya "nikare di girtîgehê de bimîne" ji ber rapora Saziya Tipa Edlî ya "dikare di girîgehê de bimîne" nayê berdan û dewam kir:"Fatma gelekî nexweş e. Divê her hefte xwîna wê bê guhertin. Lê ji ber di serdema pandemiyê de ev yek nabe loma rewşa wê gelekî xerab e. Nikare hilmê bigire û laşê wê mor bûye. Ev rewşeke bi talûke ye."
 
'Ev pêkanîneke bi kêfî ye'
 
Erenê da zanîn ku ew hem parêzer hem jî vasîsa Fatmayê ye lê belê tevî vê jî dîsa bi Fatmayê re nikare hevdîtinê bike û wiha dewam kir:"Tenê dibêjin hûn dikarin hevdîtina girtî bikin ez jî vê yekê qebûl nakim. Çimkî bi salan e ez parêzera Fatma Tokmak im. Kesên min vekalet dane wan dikare bi Fatmayê re hevdîtinê bikin. Ez wekî vasîsa wê nikarim hevdîtinê pê bikim. Ev pêkanîneke bi kêfî ye. Loma bi salane ez nikarim bi Fatmayê re hevdîtinê bikim."