Ji DAKP'ê bang: Em ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin

  • 09:05 11 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - DAKP, bi navê "Li dijî hişbir û tecawizê em xwe û bajarê xwe diparêzin" starta çalakiyên 25'ê Mijdarê dabûn. Berdevka Demê ya DAKP'ê Nîhal Yanik, diyar kir ku ji bo me jinan her roja roja têkoşîn û berxwedanê ye û em bang li jinan dikin ku tevlî çalakiyên me bibin. 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Hemberî Jinê di 8'ê mijdarê de bi navê "Li dijî hişbîr û tecawizê em xwe û bajarê xwe diparêzin" starta çalakiyan dan. Berdevka Demê ya DAKP'ê ya û Hevseroka Şaxa Tumbel-Sen a Amedê Nîhal Yanîk derbarê mijarê de axivî. 
 
Nîhal di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hêza jinan û got: "Îqtîdara ku ji hêza jinê ditirse bi pergalî şîdetê li hemberî jinê bikartîne. Jin jî bi berxwedan û têkoşînê bersiv dide îqtîdarê. 25'ê Mijdarê bi berxwedana jinan derket holê û bû tirsa îqtîdaran."
 
Nîhal, da zanîn ku di nava 18 salan de bûyerên taciz, tecawiz û şîdetê derket asta herî jor û wiha axivî: "Destkeftiya herî girîng Peymana Stenbolê ye ji ber ku wekheviya zayendan esas digire û li dijî hemû cudeyên şîdetê ya li hemberî jinê disekîne. Lê belê îqtîdar niha peymanê heyî patîze nake û her wiha jî kiriye hedef jî. Heta ku cezayên giran neyê dayîn dê hejmara bûyeran dê zêde bibe. Mêr jî ji vê yekê hêz digire." 
 
Nîhal, diyar kir ku 25'ê Mijdarê ji bo jinan rojek girîng e û wiha bi lêv kir: "Li dijî şîdetê divê dengek xurt derkeve holê û em ê di 25'ê Mijdarê bi hev re dengê xwe bilind bikin. Her wiha em têkoşîna xwe tenê ji bo rojekî nakin. Ji bo me her roj rojên têkoşînê ye. Her wiha em li vir carek din bang li jinan dikin ku tevlî meşa me ya 25'ê Mijdarê bibin." 
 
Bernameya çalakiya DAKP'ê wiha ye: 
 
"* Jinên ku endamên DAKP'ê ne, dê li saziyên xwe pankartên mor dalîqînin. 
 
* Her wiha li şaneşînan dê çalakiya daliqandina pankartên mor bê kirin. 
 
* Di 12'yê mijdarê de li Parka Şemze Allak a Yenîşehîrê dê wêneyên jinên ku hatine kuştin bê pêşandan.
 
*Di 14'yê mijdarê de li Xaçeraya Cîhanê ya Pêyasa Amedê heta Qada Deriyê Çiyê konvoya maşîneyan a mor bê lidarxistin. 
 
*Di 21'ê mijdarê de dê ji hêla Egîtîm-Sen a Amedê ve tura bisiklêt bê lidarxistin. 
 
*Di 25'ê mijdarê de jî li Baxçeya Hewselê li dijî talankirin û texrîpkirina xwezayê meşekê girseyî bê lidarxistin."