'Xweparastin dê gel ji xetereya vîrusê xilas bike'

  • 09:03 11 Mijdar 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Komîteya Tenduristîyê ya Kantona Hesekê, Sîham Mele Ibrahîm da zanîn ku Vîrusa Koronayê xetereyek mezin li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kiriye û wiha got: "Divê hemû şênî dema derdikeve derve bê rûpoş û lepik dernekeve da ku em ji vê xetereya vîrusê hîn zûtir xelas bibin."
 
Ev demek e Vîrusa Koronayê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye û roj bi roj hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe. Her wiha bi hatina zivistanê re hejmar hîn zêdetir dibe û jiyana gelê herêmê bi taybet kesên temenê wan mezin dikeve xetereyê. Li hember Vîrusaa Koronaayê, Rêveberiya Xweser gelek tedbîr girtiye. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Tenduristîyê ya Kantona Hesekê, Sîham Ibrahîm nêrîna xwe parve kir. 
 
'Divê şênî biryarên Rêveberiya Xweser pêk bîne'
 
Sîhamê di destpêka gotina xwe de tedbîrên ku Rêveberiya Xweser girtiye anî ser ziman û wiha got: "Rêveberiya Xweser ji bo rê li ber belavbûna Vîrusa Koronayê bigire, qedexeya derketina derve ya nîvco ragihand. Me jî weke Komîteya Tenduristiyê xebatên mîna belavkirina biroşuran, hişyarkirina şêniyan kir. Di heman demê de me hemû sazî dezefenkte kir.  Daxwaza me ji gel heye ku biryarên ku Rêveberiya Xweser dide, pêk bînin. Divê hemû şênî dema derdikeve derve bê rûpoş û lepik dernekevin da ku em ji vê xetereyê hîn zû xelas bibin."  
 
'Divê em kesên temenmezin biparêzin'
 
Sîhamê di dewama gotina xwe de bal kişand ser xetereya Vîrusa Koronayê û wiha domand: "Vîrûsa Koronayê xetereyek mezin li ser jiyana kesên temenmezin dike. Em ciwan heta astekê dikarin xwe bêtir biparêzin û dibe ku hêza laşê me bêtir be lê kesên temenmezin xetereya li ser wan zêdetir e loma divê ew xwe bêtir biparêzin. Kesên temenmezin dîrok bi xwe ne. Eger îro em çand, ziman û dîroka xwe nas dikin bi saya keda wan e."
 
'Me ji bo gel Nexweşxaneya Covîd-19 ava kir'
 
Sîhamê herî dawî diyar kir ku wan ji bo Vîrusa Koronayê Nexweşxaneya Covîd- 19 vekirine û wiha bi dawî kir: "Me weke Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Nexweşxaneya Covîd-10 li bajarê Hesekê vekiriye. Li wê nexweşxaneyê hemû pêwistiyên ji bo nexweşiyê hene. Kesên ku rewşa wan pir xeter dibe em radikin vê nexweşxaneyê û wan derman dikin. Ez bang li hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku xwe ji vîrusê biparêzin. Em jî wek karmendên tendursitiyê ji bo parastina tenduristiya gel di nava tevgerê de ne."