'Armanca şer ew e ku yekbûna Gelê Kurd neyê avakirin'

  • 09:01 11 Mijdar 2020
  • Rojane
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Dayikên têkoşerên azadiyê yên herêma Efrînê helwesta PDK'ê şermezar kirin û wiha gotin: "Îro partiyên me yên kurdî temsîla civaka me dikin, ji bo wê pêwist e biryarên wan jî li gor baweriyên vî gelî bin. Bila partiyên kurdî armancên xwe bikin yek û dawiyê li dagirkeriyê bînin."
 
Dewleta tirk her daxwaz û pilan dike ku şer û pevçûn di nava herêmên kurdan de derbixîne. Di demên dawî de bi rêya PDK'ê pilanên xwe yên şerê birakujiyê dixwaze pêk bîne. Li tevahî herêmên Kurdistanê gel û bi taybet dayikên têkoşerên azadiyê rabûn ser piyan û helwesta PDK'ê şermezar kirin. Girêdayî mijarê dayikên têkoşerên azadiyê yên herêma Efrînê nêrînên xwe parve kirin.
 
'Armanca şer ew e ku yekbûna Gelê Kurd neyê avakirin'
 
Dayika têkoşer Reşîd, Sûreye Hebeş helwesta xwe wiha parve kir: "Her dijmin xwestiye şerê birakujiyê di navbera kurdan de ava bike û bi rêya PDK'ê xwest xwe bigihîne armanca xwe û li ser vê esasê politikayên xwe yên qirêj didin meşandin. Di demên dawî de ev gefên Tirkiyeyê ku bi destên PDK'ê li hember herêmên parastina medyayê şerê birakujiyê careke din derdixe holê. Armanca şer ew e ku yekbûna Gelê Kurd neyê avakirin. Divê her kurdek li hember siyaseta qirêj a dijmin şiyar be û tedbîrên xwe bigire. Tu mafê Tirkiyeyê yê mudaxelekirina erdên Başûr bike nîne, lê daxwazên Tirkiyeyê yên veşartî hene, loma hewil dide kurdan li hember hevdu rake û şerê birakujiyê ava bike. Eger PDK xwe weke partiya kurdan pênase dike, divê li gorî pênasekirina kurdan tev bigere û xwe ji qirêjiya Tirkiyeyê xelas bike. Em weke Gelê Kurd bê ku dewleta tirk mudaxeleya me bikin, dikarin aloziya xwe bi hev re çareser bikin. Dewleta tirk li çar perçeyên Kurdistanê û cihên parastina medyayê bi rêbazên cuda polîtîkeyên xwe dide meşandin. Em weke dayik qebûl nakin ku êdî herêmên Kurdistanê bên dagirkirin."
 
'Qedexekirina zimanê kurdî dikeve xizmeta Tirkiyeyê'
 
Dayika Ş.Egîd û Zîlan, Hacer Miho girêdayî helwesta PDK'ê ya li beramberî herêmên parastina Medyayê ev tişt got: "Pêwist e kurd dijminatiya Tirkiyeyê ji bîr nekin mînakê wê jî Efrîn, Serêkanî û Girê Spî li ber çavan e. Dewleta tirk tu ol, mezheb, nirx û hebûn li pêşiya xwe nabîne, bi rengekî bê ser û ber êrîş dike. Tirkiye PDK'ê jî weke amûrekî pêkanîna pilanên xwe dide şixulandin. Pêwist e mirovên kurd li xwe vegere û destên xwe ji van pilanan vekişîne. Dema ku em dibêjin em şerê navxweyî naxwazin ev yek tê wateya ku em wekî Gelê Kurd aştiyê dixwazin û êşa her miroveke/î kurd dikşînin. Ger îro hêza me li hember dijminê me yek be wê nikaribe berjewendiyên xwe li ser nirxên civaka me ava bikin. Bi yekrêziya Kurdan em dikarin civaka xwe biparêzin." 
 
'Her Gelê Kurd bi îxanetê re rû bi rû maye'
 
Dayika Ş.Rojhat û Amed, Hêvîn Eloş helwestên xwe wiha parve kirin: "Îro em di pêvajoyekê re derbas dibin ku pêwist e mirovên kurd destên xwe dayne ser birîna birayê xwe.  Ger em bixwazin bi wate bijîn pêwist e em nakokiyên di navbera xwe de bibînin û ji holê rabikin. Nakokiyên di navbera mirovan de her derdikevin, lê îro partiyên me yên kurdî temsîla civaka me dikin, ji bo wê pêwist e biryarên wan jî li gor baweriyên vî gelî bin. Banga min ji hemû partiyên kurdî re heye ku destên xwe bidin hev, armancên xwe bikin yek, hebûna xwe biparêzin û dawiyê li pilanên dijminên xwe bînin."