Rêxistina Jinan bernameya 25'ê Mijdarê eşkere kirin

  • 15:13 10 Mijdar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Rêxistina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya jinê eşkere kirin. 
 
Bi hatina 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê, Rêxistina Jinan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya rêzeçalakiyên xwe bi daxuyaniyekê li parqa xwendinê bi tevlîbûna hemû endamên rêxistina jinan eşkere kir. Daxuyanî ji Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em bi ruhê jinên tekoşêr yên ku li beranberî birdoziya pergala netew dewlet ya zayendperest tekoşîn dayî û canê xwe feda kiriye têdikoşin. Têkoşîn û berxwedana wan jinên leheng, di riya azadiya netewa jinê de ji me re bû çira. Li pey doza wan, bi biryardarî, bi cesaret û bi armanca jiyanek azad em hîn dimeşin.
 
'Agirê xwîşkên Mîrabel di dilê me de geştir kir'
 
Ruhê jinên nefes bi nefes di lêgera azadiyê de bûn di nav dilê me de cih girt. Ew rihê wan yên asî, nehişt ku em çok daynin. Her derbek mêrê xwînxar û zalim, nebû asteng û dîsa agirê Xwişkên Mîrabel di dilê me de geş bû. Me bi pêla agirê tekoşîna xwe zilm û zordariya mêrê serdest ji qiraxa jiyana xwe dûr xist. Em avêtin dojehê, lê em bûn bayek hênik pêl bi pêl me xwe li derdora dilê jinên bi hevîya azadiyê ne pêçan. Em kuştin, em parçe parçe kirin, em şewitandin, lê me wek zumrutu-anka ji xweliya xwe car din aj da. Ji Meryem heya Arîna, ji Hevrîn heya Şehîdên Helincê em hene, bi hezerana, bi milyonanê û li vir in. Berî her tiştî em dibêjîn bila rihê wan şad be, em ê doza wan mezintir bikin û bi ser bixin.
 
'Têkoşîna me li beranber politiyakên mêr ên şer avakirina jiyanek azad e'
 
Xwîşkên me, hevrêyên me û hemû jinên dildarên azadiyê; em ji erdnigariyek ku bi berxwedana xwe hêzek wek DAIŞ'ê bi bin xistî dengê xwe bilind dikin. Em dizanin çerxa wê dewranê gelek xedar e. Ji bo ku me bê hevî bikin bi dijwar êrîş dikin. Pergala mêrê serdest ya hegemon her ku diçe bi riya olperestî, zayendperestî û netewperestiyê tundiyê gerdunî dike. Hemû ceribandinê xwe yê teslimgirtin, bêdeng kirinê bi sorkirin û tujkirina zayendiperestiyê li ser jinan dixin meriyetê. Zayendîperestî beşa herî xeter ya birdoziya moderniteya kapîtalîst û netew dewletê ye. Ji bo ku hebûna jinê bê wate bikin di bin navê ol de newekheviya di navbera herdu zayendan de kûrtir dikin û bi rê û rebazên kirêt nûjen dikin. Hişmendiya ku jinê wek mal û milkê mêr dibîne û jinê tenê wek hebûnek ji bona ku pêwîstiyê mêr bi cih bine  hatiye dinê cardin dixin rojevê.  Cihê ku ev pergal ji jinê re vediqetine, ji siyasetê, aborî, zanistê dûr e; Jinên di nav çar diwara de ye û bê deng û bê vîn e. 
 
Di cîhanê de dibe ku navê welatan bê guhertin lê pêkanînên bi destên pergala mêr li ser jinan tên ceribandin yek e. Em dizanin ku hêza avakerê vê pergalê têrê nake ku wê pergala xwe ya bi hişmendiya tunderev ya mêr hatî hunandin û rizî buyî biguherîne. Her wekî din jî ji xwe naxwazin guhertinên azadî, demokrasî û wekhiviyê di nav xwede dihewîne çêbike. Ji ber ku ew guhertin wê dawî li hebûna wê pergalê jî bîne. Ji bo ku hebûna xwe domdar bike, berê xwe dide destkeftiyên gelan, civakan û taybet jî jinan bi têkoşîna xwe bi dest xistî. Wek çawa ku di erdnigariya me de şer her di rojevê de dihêle, di nav sînorê xwe de jî tundiya li beranberî jinan, zarokan û hemû beşên civakê di rojevê de dihêle û dixe meriyetê. Em dizanin ku şer û tundiya berhemê herî ku ev pergal jê sud werdigireye. Ji ber vê jî ji bona ku mirovahî di nav aramî û azadiyê de nejî çi ji destê zihniyeta baviksalarî tê dike. Tekoşîna me jinan jî li beranber politikayên mêr yê şer, avakirina jiyanek bi aşitî, aramî û azadiyê ye.  
 
'Jin bi têkoşîna xwe xwedî li mafê xwe derdikeve'
 
Li çar aliyên cihanê li beranberî faşîzm, diktatorî û hewildanên reşkirina jiyanê ya mêr jin li qadan e. Ji Êmerîkaya Latîn bigire, heya Tunus ji Tirkiyeyê bigre heya Polonya, ji Surî bigre heya Hindîstan, ji Belarus bigire heya Iraq, Libnan û Pakîstanê jin bi têkoşîna xwe xwedî li mafê xwe yê bi berdelên giran bi dest xistî derdikevin. Bi hezaran sala ye li beranberî jinan qirkirinek heye. Lê belê kesekî kuştina jinan wek qirqirin bi nav nekir. Jinên tekoşêr yên cihanê ji bona ku xwe wek netewek di destpêkê de hatî metingerkirî û rastî qirqirinê hatî bide qebûlkirin, gelek berdêl dan. Lê wa em dibînîn ku jin her ku diçe bi saya têkoşîna xwe bi ser dikeve. Jinan bi çalakiyên di asta cihanê de dayî destpêkirin gelek caran dengê xwe gihandin hev. Bi hev re bûn hêza guhertinê û bi rêxistinbûna xwe tirs xist nava pergala mêr ya serdest. Jinan îspat kir ku bi hevgirtin û yekbunê dikarin sînora derbas bikin û bibin dengê hev û bi hev re li beranberî zilma mêr têkoşînê bidin. 
 
'Em tevahî  jin dikarin pergala tunderev têk bibin'
 
Em bi wesîleya wê rojê cardin bang li xwişkên xwe yên hemû cihanê dikin; bi hevgirtin û yekbûnek gerdûnî ya têkoşîna azadiyê em dikarin wê pergala tundrev têk bibîn. Pergalek bi rengê jinê; bi birdoziya jinê ya ku wekhevî, azadî, demokrasî û aştiyê di nav xwe de dihewîne em dikarin ava bikin. Ev hêz, biryardarî û vîna me heye û di vî alî de em ji xwe bawer in. Wek jinên Bakur Rojhilatê Surîyeyê yên ku bi berxwedana xwe hêza herî tarî DAIŞ ji holê rakirî em ê her tim li pişta we bin û bi têkoşîna we ya azadiyê re bin. 
 
'Me bi têkoşîna xwe dawî li hişmendî û rêxistinbûna DAIŞ'ê anî'
 
Em di qonaxek gelek hesas de ne. Destkeftiyên me yê bi xwîna hezaran şehîd me bi dest xîstî hîna di bin xeteriyek gelek mezin de ye. Me bi têkoşîna xwe, dawî li hişmedî û rêxistinbûna DAÎŞ'ê ya li ser ruyê axa xwe anî. Bi serkeftina me rûyê hemû mirovahî û jinê cihanê bi hêviya azadiyê geş bû. Têkoşîna me hêz da hemû mirovahî û jinan. Bê guman me piştgiriyek gelek xurt girt û baweriya serkeftinê da. Em niha li dijî hêzên ku ji DAÎŞ'ê re bûn palpişt, yên wek Erdoğan- AKP û çeteyên  wê  têkoşîn dikin. Di wê qonaxa têkoşînê de ji her demê bêhtir pêwîstî heye ku em rêxistinbun, hêza xwe ya parastinê û berxwedana xwe xurtir bikin. Heya ku em wek DAÎŞ'ê dawî li hebûna wan ya li ser axa me neynîn pêwîst e em ranewestin. 
 
'Em ê bi jinên cîhanê re ber bi avakirina konfederalîzma jinan ve biçin'
 
Di heman demê de li beranberî hişmendiya mêr ya zayendîperest em ê tekoşîna xwe jî mezin bikin. Li ser mebesta azadîyê û wekheviyê guhertin û veguhertina civakan wê di rojeva me de be. Wek jinên Bakur Rojhilatê Surî em ê bi hevgirtin û têkoşîna xwe jinên cîhanê ber bi avakirina konfederalizma jinan ve bibin. Em bi rêxistinbûn, birdozî û têkoşîna xwe dikarin bibin pêşengê wê avakirinê. Ev hêza me heye. 
Ji bo Sûriyêke azad û demokratîk, ji bo jiyanek aştiyane û aram were demazrandin em bang li xwişkên xweyî Sûrî jî dikin; em bi her jinên ku daxwaza azadî, wekhevî û aşitiyê dikin re ne. Ger em mil bidin hev du, Sûriyekî azad wê gengaz be. Li ser wê bingehê wek jinên Bakur Rojhilatê Sûrîyeyê bi dirûşma "Ji qirkirin û dagirkeriyê re na! em ê jin û jiyanê biparêzin!" ji 10'ê Mijdarê heya 10'ê Berfanbarê em ê di nav rêzeçalakiyan de bin. 
 
 Rêzeçalakî wiha ne:     
 
*Di navbera 10’ê Mijdarê û 10’ê Berfanberê de li ser asta Bakur Rojhilatê Surî de li ser rengê tundiyê û têkoşîna li beranberî tundutijîyê semîner wê werin dayîn. 
 
*11’ê Mijdarê Jinên Şoreşger yên Komînîst wê şeh?tgehan  zîyaret bikin
 
*Li ser pergala hevserokatiyê û li ser jinan û şerê taybet, Jinên Şoreşger yên Komînîst wê civînan li dar bixin. 
 
*16'ê Mijdar? Weqfa jin wê li Kampa Waşûkanî sinevizyon bide pêşandan.  
 
*17'ê Mijdar? Munezama Sara li Kampa Waşûkanî ji bo zarokan şahî li dar bixe. 
 
*18'ê Mijdar? li bajarê Hesêkê semînerek wê were lidarxistin. 
 
*18’ê Mijdarê Jinên Şoreşger bi mebesta roja tekoşîna cihanî ya li beranberî tundiya li ser jinan wê semîner li dar bixe.
 
*18’ê Mijdarê Meclisa jin ya PYD’e wê panelekê li ser tundiya li ser jinê li dar bixe.
 
*19'ê Mijdarê Meclisa Jinên Sûrî bi tevlîbuna jin û mêran li ser tundutijiyê wê niqaş bi rê ve bibe.
 
*20’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Zoraka dê li hemû bajaran wê çalakiyê cihereng werin lidarxistin.
 
*21’ê Mijdarê Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi mijara tundutijiya li ser jinê wê bi reya Zoomê panelekê li dar bixe.
 
*22’ê Mijdarê Komelê Jinên Ciwan li ser zewaca temenê biçûk wê komcivîn li dar bixe.
 
*Li Kampa Waşûkanî li ser mijara mêtingerî û tundiya li ser jinan niqaşek wê were kirin.
 
*Li Kampa Holê li ser mijara tundiya DAIŞ'ê semînerek wê were lidarxistin.
 
*Di asta Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê de di pêvajoya pandemiyê de îstatîstîkê tundiya li ser jinan pêşketî wê were belavkirin.
 
*23’yê Mijdarê ji aliyê Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser ve li ser mijara pergala hevserokatî û di biryargirtina mijarê siyasî de tevlîbûna jinan panelek wê were lidarxistin. 
 
*24’ê Mijdarê Komîteya Dîplomasî ya Kongra Star di asta navdewletî de tunditijiya li ser jinê pêş dikeve û rê û rêbazê têkoşîne wê panelek li darbixe.
 
*25’ê Mijdarê meşek girseyî wê bi dirûşma "Ji qirkirin û dagirkeriyê re na! Em ê jin û jiyanê biparêzin!" wê were lidarxistin.
 
*Jinen Ciwan wê wêneyên jinên ji aliyê dewlet û mêr we hatine qetilkirin belav bikin. 
 
*Li ser îstîsmara jinên ketkar civîn wê vere lidarxistin.
 
*Ji aliyê MSD’ê ve tunditijiya siyasî ya li ser jinan tê birêvebirin û têkoşîna li beranberî wê civîn wê were lidarxistin.
 
*Ji aliyê jinên Partiya Pêşeroj ya Sûrî ve li Hesekê, Qamîşlo û Şedadê bi mijara tundiya li ser jinên û tekoşîna li beranberî tundiyê semîner wê verin li darxistin û biroşurê destan wê verin belavkirin.
 
*27’ê Mijdarê Yekîtiya Jinên Suryan wê li hemû sazî û dezgehên xwe li ser mijara tundiya li ser jinan wê civînê berfireh li dar bixe.
 
*Rêxistina TEV-DEM'ê ya jin li hemû saziyên pişeyî semîner bi rê ve bibe.
 
*25 Mijdar? Munazema Sara Li Kampa Waşûkanî pêşengeh, şano û pêşbirk li dar bixe. 
 
*Li Kobanê mêr wê ji bo bilindkirina têkoşîna jinan û piştevaniyê bi rengek girseyî bimeşin
 
*10’ê Berfanberê ji bo şehîdên Şoreşê li hemû qadan jin wê dara biçînin.