TJA'yî bi pêşandana fîlmekî bi jinan re hatin gel hev

  • 14:45 10 Mijdar 2020
  • Rojane
WAN - TJA'yê di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de bi pêşandana fîlmekî, bi jinan re hat gel hev.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de bi jinan re, li Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Rêya Armûşê  hat gel hev. Di çalakiya ku hat lidarxistin de Hevşaredara Seravê, Caziye Duman û Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan û gelek jinên din tevli bûn.
 
Jinên di şahiyê de hatin gel hev, fîlmê bi navê "Başe niha bi ku de?" ku derhineriya wî Nadîne Labakî ya li Lubnanê hatiye dinê kiriye  temaşe kirin. 
 
Şahî piştî pêşandana fîlm bi dawî bû.