Li dijî binçavkirinan bertek: Ji hêza jinê ditirsin

  • 10:16 10 Mijdar 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Rêvebirên HDP’ê yên Cizîrê, bertek nîşanê binçavkirinan dan û gotin: “Bi salan e li hemberî me êrîş tên kirin. Lê me tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Îqtîdar ji hêza jinê ditirse.”
 
Duh di saetên serê sibehê de, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di çarçoveya operasyona ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ve hat destpêkirin de bi ser malan de hat girtin. Di encama van serdegirtinan de Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê Gûler Tunç û Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya ku qeyûm tayînî şûnê wê hatibû kirin jî di nav de bi giştî 12 kes hatin binçavkirin. Her wiha kesên ku hatin binçavkirin niha li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê tên girtin û derbarê dosyeyê de jî biryara veşartinê hat dayîn.  
 
Rêvebirên HDP’ê yên navçeya Cizîrê bertek nîşanê binçavkirinan dan û anîn ziman ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernadin.
 
‘Li hember Botanê polîtîqayên qirêj tên pêşxistin’
 
Rêvebira HDP’ê ya Cizîrê û aktîvîsta TJA’yê Zîlan Ecevît, destnîşan kir ku bi salanin e li dijî partiya wan êrîş tên kirin û got: “Êrîşên li dijî HDP’ê bi salane berdewam dike. Binçavkirinên ku îro hatin kirin jî parçeyek vê polîtîqayê ne. Cizîr bi dîrok, berxwedan û têkoşîna xwe tê nasîn. Ji ber vê yekê jî îqtîdarê bi taybetî Botan û têkoşîna wê hedef girtiye. Li ser Botanê polîtîqayek cuda û qirêj tê meşandin.”
 
‘Îqtîdara AKP şerê mîlîtarîst dimeşîne’
 
Zîlan, diyar kir ku hevalên wan bi awayek bê hiqûqî hatine binçavkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serdegirtina malan de derî û pace hatin şikanidn. Çek dan serê dayik û zarokên me. Hevserok û hilbijêrên me jî di navê de 11 hevalên me hatin binçavkirin. Bi van zext û zordariyan bawer dikin ku me û vîna me  teslîm bigirin. Em bi salane li hemberê van êrîşan li ber xwe didin. Îro jî li hember van êrîşan li ber xwe didin. Tu êrîş nikare me ji partiya me dûr bixe. Îqtîdara AKP-MHP’ê rizya ye û xilas bûye. Îqtîdar bi girtin, binçavkirin û şerê taybet xwe li ser nigan digire. Ji ber vê yekê îqtîdara AKP’ê şerê mîlîtarîst dimeşîne. Ev jî nîşan dide ku îqtîdar çiqasî têk çûye.”
 
‘Me gav paşve neavêt û em ê nevêjin’
 
Zîlan, da zanîn ku êrîşên hatine kirin li dijî jinê ne û  wiha got: “Êrîş bi taybetî li dijî berxwedan û têkoşîna jinê tên kirin. Em li her qadê xebatên jinê dimeşînin. Îqtîdar ji ber ku ji têkoşîn û berxwedana jinê ditirse êrîş dike. Banga me li gel û jinan e ku li hember van êrîşan bertekên xwe nîşan bidin û bêdeng nemînin. Me gav paşve neavêt û em ê nevêjin. Divê Gelê Kurd li vîna xwe xwedî derê û li hemberî binçavkirinan bêdeng nemîne. Werin em bi hev re li hember vê zilmê dengê xwe bilind bikin.”     
 
 ‘Ji hêza jinê ditirsin’
 
Rêvebira HDP’ê ya Cizîrê Aynur Elçîoglu jî bi lêv kir ku îqtîdar ji ber tehemûla wê ji têkoşîna jinê re tuneye êrîş dike û wiha pêlda axaftina xwe: “ Bi van êrîşan dixwazin me ji partiyê dur bixin û me bitirsînin. Îqtîdar naxwaze ku gel xwedî li HDP’ê derbikeve. Lê belê em ê heta dawiyê xwedî li partiya xwe derbikevin. Em ê ji vê dozê paşve gavê nevêjin. Dewlet ji hêza jinê ditirse ji ber vê yeke van êrîşan pêk tîne. Îqtîdar li heremê polîtîqaya şerê taybet dimeşîne. Ev girtin û binçavkirin jî parçeyek şerê taybet in. Em bi salan e li hember vî şerê taybet li ber xwe didin û em ê ji vê şûnde jî li berxwe bidin.”
 
‘Daxwaza azadiyê ne sûc e’
 
Aynur, herî dawî wiha got: “Em xwedî li vîn û partiya xwe derdikevin. Em dixwazin ev êrîş demildest bên sekinandin. Daxwaza azadiyê ne sûc e. Ger ku azadî xwestin sûc e, em bi îdamê razî ne. Nikarin me sûcdar bikin  û ji ber vê yekê jî em ji wan natirsin. Divê li hember van  êrîşan em bibin yek. Em bi têkoşîn û berxwedana xwe ji van êrîşan re bibin bersiv. Em bi salane li ber xwe didin û em ê dev ji doza xwe bernedin.”