ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2020'Î

  • 09:00 10 Mijdar 2020
  • Rojev
*Hevseroka Rêxistina Tîrêj a Astengdaran Emîra Mihemed Elî siyaseta dewleta tirk nirxand. Emîrayê da zanîn ku dewleta tirk bi kiryarên xwe gefê li hemû cîhanê dixwe û ev tişt got: "Dewleta tirk ji bo zindîkirina serdema Osmaniyan dagirkeriya xwe roj bi roj berferehtir dike. Loma divê li cîhanê lihevkirineke lezgîn were çêkirin da ku rewş ber bi xeteriyê ve neçe. Divê hemû cîhan li dijî kiryar û siyaseta dewleta tirk derkeve." DÎMEN HEYE
 
*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê diyar kirin ku rewşa Herêma Federal a Kurdistanê mirovan dixe nava fikaran û gotin: "Em dayik naxwazin şer pêk bê û xwîn birêje. Em xwişk û birayê hev in û em dijminê xwe baş nasdikin. Şer feydeyê nade kurdan." BI DÎMEN 
 
*"Jina ku xwe civaka xwe, xwezayê û mirovahiyê biparêze rêxistinkirî ye. Ji ber vê em peymana bi zîhniyeta mêr a ku xwe ferz dike û ya bi pergalê re red dikin û em peymana civakî diparêzin." JI PÊNÛSA JINÊ
 
*Koçberên Efrînê yên ku li Wargeha Berxwedan a Şehbayê bi cih bûne, zehmetiyên jiyanî yên ku di demsala zivistanê de bi berxwedana xwe derbas dikin anîn ziman û wiha gotin: “Zehmetiyên zivistanê wê li hember berxwedan û vîna Efrîniyan, nebe kelem.”
DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl têkildarî mijara daxuyaniya ku ji aliyê Mesûd Berzanî ve hatiye dayin û siyaseta ku li Başurê Kurdistanê tê meşandin, nirxandin kir. Mizgînê wiha got: "Siyaseta ENKS û PDK'ê siyaseta dewleta tirk e. Bersiva Mesûd Berzanî ya ji bo Hevseroka KCK'ê Besê Hozat em şermezar dikin." DÎMEN HEYE
 
*Leyla Taş, hêj biçûk bû dest bi kar kir piştî ku mezin bû ji hêla malbatê ve hat astengkirin, lê Leyla li dijî astengî û zextan ji xwe re dirûnxaneyek vekir û 6 sal in li vir debara xwe dike û wiha bang li jinan kir: "Dema jin bixwaze dikare her tiştî bike. Cihê jinê ne tenê mal e."DÎMEN HEYE
 
*Neam Elyas û Sebîha Sebrî di şandeya Silêmaniyê de cih girtin û gelek sazî û dezgehan re hevdîtin pêk anîn. Neam, diyar kir ku hevdîtinên ku pêk hatî erênî bû û got: "Me di hevdîtinan de got em rê nadin fermanek din pêk bê." Sebîha jî da zanîn ku cara yekem ji civaka êzidiyan şandeyek jinan hat avakirin û wiha axivî: "Em xwedî bi îrade ne û em dikarin derbarê xwe de biryaran bigirin." BI DÎMEN 
 
*Fîgen Aras da zanîn ku ew ê bi têkoşîna tê dayin xweparastinê jinan bigihêje serfiraziyê û wiha got:"Bi Jineolojiyê xweparastin, nasnameya jinên heqîqeta wan tê xwestin bê tarîkirin derdikevin pêş. Em dikarin Jinolojiyê wekî pênasekirina di zihniyetê de jî bigirin dest." DÎMEN HEYE
 
*Rêvebirên HDP’ê yên Cizîrê, bertek nîşanê binçavkirinan da û gotin: “Bi salane li hemberê me êrîş tên kirin. Me tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Îktîdar ji hêza jinê ditirse.” DÎMEN HEYE
 
*Ji bo şermezarkirina êrişên li ser Başûr ew ê îro li Qamişloyê Dayikên Gerîla çalakiyê li dar bixin. (10.00)
 
*Bi munasebeta 25'ê Mijdarê ew ê Kongreya Star li Qamişloyê daxuyaniyê bide. (11.00)