Jinan li Muglayê ji bo Pinarê edalet xwestin

  • 16:36 9 Mijdar 2020
  • Rojane
MÛGLA - Beriya daneşîna yekem a Cemal Metîn Avci yê ku Pinar Gultekîn qetil kir û ya birayê wî Mertcan Avci ku alîkarî daye jinan li ber edliyê ji bo Pinarê daxwaza edaletê hat kirin. 
 
Daneşîna doza Cemal Metîn Avci yê ku Pinar Gultekîn di 16'ê Tîrmehê de kuşt li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê hat dîtin. Beriya dozê di pêşegiya jinên ciwanê ên zanîgehê dixwînin de bi tevlibûna dayika Pinarê, xwişka wê û platformên jinan, parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û bi tevlibûna nûnerên partiyên siyasî li ber Edliya Mûglayê daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn û kursiya serbest hat avakirin.  Di daxuyaniyê de pankarata bi nivîsa "Em bi hêrs in şîdeta mêr ne tesaduf e" hat vekirin. Daxuyanî li ser navê jinên zanîngehê dixwînin ji aliyê Esra Namazci ve hat xwendin. 
 
Esra, diyar kir Pinar bi hovane hat kuştin û got: "Li Muxlayê di nava 5 mehan de 4 jin hatin kuştin her wiha ji çilêya 2019'a heta îro ji bi tevalî li Muxlayê 10 jin hatin kuştin. Em êdî naxwazin kujer di nava civaka me de wisa rehet bigerin. Em ê ligel bêhiqûqiyê disa li ber xwe bidin. Ji bo kujer û êrîşkar ceza bigirin em ê li kolanan û li kampûsên zanîngehan bin. Jinên ku Peymana Stenbolê diparêzin li kolanan hatin girtin û bi êrişê re rûbirû man. Lê em ê li her qadan xwedî li Peyman Stenbolê derkevin."
 
Piştre jinan di kursiya serbixwe de nêrînên xwe derbarê kuştina jinan de anîn ziman. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, diyar kir ku li dijî şîdeta li hemberî jinê tekanê rê mezinkirina têkoşînê ye. Serpîl, wiha axivî: "Ji ber ku qanûn nayên pratîzekirin kuştina jinê didomin. Jin bi nêzbûna 25'ê Mijdarê bi şîdetê re rûbirû dimînin û tên binçavkirin. Lê belê wekî her tim kujer û êrîşkar tên parastin. Cezayê êrişkaran jî tê kêmkirin. Divê kesên ku li hemberî kuştina jinê bêdeng dimînin divê ji peywiran bên dûrxistin. Kuştina Pinar Gultekînê ji bo me birînek bû. Fikr û ramanê wê çi dibe bila bibe em bang li hemû jinan dikin ku li dijî kuştina jinan bibin yek û bi hev re têbikoşin. Ji bo edalet pêk bê û kujer cezayek giran bigire em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Seroka Baskê Jinan a Bajêr a CHP'ê Aysûn Korkut jî bal kişand ser kuştina Pinarê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo kujerê Pinarê ceza bigire em ê bi hev re têbikoşîn. Qêrîna jin û zarokên keç li her derê dengveda lê îqtîdar bi israr guh nade kuştina jinan. Ji bo kuştina jinan gelek hincetan diafirînin. Peymana Stenbolê û Qanûna 6284'an girîng e û em ê xwedî li wan derkevin. Em ê li dijî polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike bi hev re têbikoşin. 
 
Çalakî bi axaftina jinên ku li Îzmîrê hatin bi dawî bû. 
 
Xwendevanên jin ên zanîngehê li ber Edliyeya Muglayê dema li benda danişînê bûn derbarê xweparastina jinê de atoleyeyek organîze kirin.