Girtina îfadeya dozgeriyê ya Ayşe Gokkan û 12 kesî dest pê kir
- 12:14 5 Mijdar 2020
- Rojane
MÊRDÎN - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan û 12 kes hatibûn binçavkirin. Girtina îfadeya dozgeriyê ya Ayşe Gokkan û 12 kesî dest pê kir.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan û 14 kes di 30'yê Cotmehê de hatibûn binçavkirin. 13 kesên li Emniyeta Mêrdînê tên girtin piştî îfadeya wan a emniyetê derketin dozgeriyê.
Ramazan Kalkan ê ku di heman rojê de hatibû binçavkirin ji ber pirsgirêkên tenduristiyê 2 roj berê bi şerdê kontrola edlî serbest hatibû berdan.