Girtina îfadeya dozgeriyê ya Ayşe Gokkan û 12 kesî dest pê kir 2020-11-05 12:14:24   MÊRDÎN - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan û 12 kes hatibûn binçavkirin. Girtina îfadeya dozgeriyê ya Ayşe Gokkan û 12 kesî dest pê kir.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan û 14 kes di 30'yê Cotmehê de hatibûn binçavkirin. 13 kesên li Emniyeta Mêrdînê tên girtin piştî îfadeya wan a emniyetê derketin dozgeriyê.    Ramazan Kalkan ê ku di heman rojê de hatibû binçavkirin ji ber pirsgirêkên tenduristiyê 2 roj berê bi şerdê kontrola edlî serbest hatibû berdan.