TUÎK: Hejmara kesên li girtîgehan 291 hezar û 546 in

  • 13:13 2 Mijdar 2020
  • Rojane
ENQERE - Li gorî daneyên ku TUÎK’ê aşkera kir, hejmara girtiyan di sala 2019’an de ji sedî 10 zêde bûye û derketiye 291 hezar û 546 kesan.
 
Saziya Statîskên Tirkiyeyê (TUÎK), daneyên Statîskên Saziya Înfazê yên sala 2019’an de aşkera kir. Li gorî van daneyan; hejmara girtiyan di sala 2019’an de ji sedî 10 zêde bûye û derketiye 291 hezar û 546 kesan. Ji sedî 84,1 hikumxwarî ne û ji sedî 15,9 jî girtî ne.