TUÎK: Hejmara kesên li girtîgehan 291 hezar û 546 in 2020-11-02 13:13:36   ENQERE - Li gorî daneyên ku TUÎK’ê aşkera kir, hejmara girtiyan di sala 2019’an de ji sedî 10 zêde bûye û derketiye 291 hezar û 546 kesan.   Saziya Statîskên Tirkiyeyê (TUÎK), daneyên Statîskên Saziya Înfazê yên sala 2019’an de aşkera kir. Li gorî van daneyan; hejmara girtiyan di sala 2019’an de ji sedî 10 zêde bûye û derketiye 291 hezar û 546 kesan. Ji sedî 84,1 hikumxwarî ne û ji sedî 15,9 jî girtî ne.