Ji bo hevserokan daxwaza girtinê

  • 13:41 30 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Hevserokên HDP'ê yên rêxistina bajarê Amedê û yên navçeya Yenîşehirê ya Amedê, ku 8 rojan di bin çavan de man bêyî ku li dozgeriyê îfadeya wan bê girtin bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeriya Sûccezayê hatin kirin. 
 
Hevserokên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik û Hevserokên Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya yên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, di serdegirtinên avahiyên partiyan ên di 22’yê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, piştî 8 rojan sewqî edliyê hatin kirin. Hevserok bêyî ku îfadeya wan li dizgeriyê bê girtin sewkî Dadgeriya Sulh Cezayê hatin kirin.