Ji bo hevserokan daxwaza girtinê 2020-10-30 13:41:00   AMED - Hevserokên HDP'ê yên rêxistina bajarê Amedê û yên navçeya Yenîşehirê ya Amedê, ku 8 rojan di bin çavan de man bêyî ku li dozgeriyê îfadeya wan bê girtin bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeriya Sûccezayê hatin kirin.    Hevserokên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik û Hevserokên Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya yên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, di serdegirtinên avahiyên partiyan ên di 22’yê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, piştî 8 rojan sewqî edliyê hatin kirin. Hevserok bêyî ku îfadeya wan li dizgeriyê bê girtin sewkî Dadgeriya Sulh Cezayê hatin kirin.