Li Şirnexê 10 xwendekar bi Vîrusa Koronayê ketin
- 14:50 27 Cotmeh 2020
- Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnexê di dibistanekê de testên 10 xwendekaran pozîtîf derket û dibistan kirin bin karantînayê.
Li navenda Şirnexê, hat zanîn ku li Lîseya Pîşe û Teknîkê ya Keçan a Nazmiye Demîrel ku ji 200 xwendekaran pêk tê, testên 10 xwendekaran pozîtîf derketiye.
Hat hînbûn hemû xwendekar kirine bin karantînayê û her wiha hat gotin wargeh jî kirine bin karantînayê.
Rêvebiriya dibistanê ji ber karantînayê 15 roj navber daye perwerdehiyê. Miduriyeta Perwerdehiya Mîlî ya Şirnexê tu agahî neda.