Li Şirnexê 10 xwendekar bi Vîrusa Koronayê ketin 2020-10-27 14:50:52   ŞIRNEX - Li Şirnexê di dibistanekê de testên 10 xwendekaran pozîtîf derket û dibistan kirin bin karantînayê.   Li navenda Şirnexê, hat zanîn ku li Lîseya Pîşe û Teknîkê ya Keçan a Nazmiye Demîrel ku ji 200 xwendekaran pêk tê, testên 10 xwendekaran pozîtîf derketiye.   Hat hînbûn hemû xwendekar kirine bin karantînayê û her wiha hat gotin wargeh jî kirine bin karantînayê.    Rêvebiriya dibistanê ji ber karantînayê 15 roj navber daye perwerdehiyê. Miduriyeta Perwerdehiya Mîlî ya Şirnexê  tu agahî  neda.