Kampanya "Em xwe diparêzin berdewam e
- 15:58 21 Cotmeh 2020
- Rojane
MÊRDÎN - TJA'yê di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de li navçeya Artukliyê bi jinan re hat gel hev.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de li bajar, navçe û gundan xebata xwe berdewam dike. Çalekvanên TJA'yê îro li taxa Saraçogliya girêdayî navçeya Artukliyê mal bi mal geriyan û bi jinan re li ser kampanyayê nîqaş kirin.
Çalekvanên li taxê geriyan rastî eleqeya jinan hatin û guh dan pirsgirêkên wan.