Kampanya "Em xwe diparêzin berdewam e 2020-10-21 15:58:14   MÊRDÎN - TJA'yê di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de li navçeya Artukliyê bi jinan re hat gel hev.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de li bajar, navçe û gundan xebata xwe berdewam dike. Çalekvanên TJA'yê îro li taxa Saraçogliya girêdayî navçeya Artukliyê mal bi mal geriyan û bi jinan re li ser kampanyayê nîqaş kirin.    Çalekvanên li taxê geriyan rastî eleqeya jinan hatin û guh dan pirsgirêkên wan.