Li Şirnexê 3 kesên hatin binçavkirin serbest berdan
- 15:03 21 Cotmeh 2020
- Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnexê ji kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan.
Di 18’ê cotmehê de polisan li Şirnexê bi ser malan de girtibûn û welatiyên bi navê Nebî Ûysal, Cîhat Basan, Zîşan Basan, Dîlan Basan, Mahmût Belge û Hasan Belge hatibûn binçavkirin.
Nebî Ûysal, Mahmût Belge û Hasan Belge piştî îfadeyên wan di 19’ê cotmehê de hatibûn berdan.
Îro jî Cîhat Basan, Zîşan Basan û Dîlan Basan ku derxistibûn edliyeyê, piştî îfadeya wan li dozgeriyê hatin berdan.
Hat aşkerakirin û her şeş kes jî li ser îxbarê hatine binçavkirin.