Li Şirnexê 3 kesên hatin binçavkirin serbest berdan 2020-10-21 15:03:45   ŞIRNEX - Li Şirnexê ji kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan.    Di 18’ê cotmehê de polisan li Şirnexê bi ser malan de girtibûn û welatiyên bi navê Nebî Ûysal, Cîhat Basan, Zîşan Basan, Dîlan Basan, Mahmût Belge û Hasan Belge hatibûn binçavkirin.    Nebî Ûysal, Mahmût Belge û Hasan Belge piştî îfadeyên wan di 19’ê cotmehê de hatibûn berdan.    Îro jî Cîhat Basan, Zîşan Basan û Dîlan Basan ku derxistibûn edliyeyê, piştî îfadeya wan  li dozgeriyê hatin berdan.    Hat aşkerakirin û her şeş kes jî li ser îxbarê hatine binçavkirin.