HDP'ê li Artukliyê serdana esnafan kir

  • 12:51 17 Cotmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 8'emîn salvegera demezrandina HDP'ê li navçeya Artukliyê serdana esnafan kir û qurnefîl li esnafan belav kir. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera demezrandina HDP'ê navçe bi navçe serdana esnafan pêk anî û bi gel re hatin gel hev. Îro jî li Navçeya Artukliyê endamên HDP'ê serdana esnafan pêk anîn û qurnefîl belav kirin. Hevserokên HDP'ê yên bajêr, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a HDP'ê, Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Gel eleqeyek mezin nîşanî HDP'yan da. Pero di serdanê de bi esnafan re sohbet kir û guh da pirsgirêkên wan.