HDP'ê li Artukliyê serdana esnafan kir 2020-10-17 12:51:52   MÊRDÎN - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 8'emîn salvegera demezrandina HDP'ê li navçeya Artukliyê serdana esnafan kir û qurnefîl li esnafan belav kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera demezrandina HDP'ê navçe bi navçe serdana esnafan pêk anî û bi gel re hatin gel hev. Îro jî li Navçeya Artukliyê endamên HDP'ê serdana esnafan pêk anîn û qurnefîl belav kirin. Hevserokên HDP'ê yên bajêr, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a HDP'ê, Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar beşdarî çalakiyê bûn.    Gel eleqeyek mezin nîşanî HDP'yan da. Pero di serdanê de bi esnafan re sohbet kir û guh da pirsgirêkên wan.