TJA di çarçoveya kampanyaya ‘Em Xwe Diparêzin’ de bi jinan hat gel hevdu

  • 16:06 10 Cotmeh 2020
  • Rojane
WAN -TJA  di çarçoveya kampanyaya ‘Em Xwe Diparêzin’ de bi peyama 'li dijî her cureyê tundiyê em xwe hîn zêde bi rêxistin bikin' xebatên xwe didomîne. 
 
TJA di çarçoveya kampanyaya ‘Em Xwe Diparêzin’ de li Rêya Armûşê ya Wanê û Navçeya Artemitê bi jinan hat gel hevdu. Jinên ku kuçe bi kuçe geriyan broşurên bi nivîsên  ‘Em Xwe Diparêzin’ belav kirin. 
 
Peyamên divê jin tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin û mezin bikin hatin dayin.