Li Meletiyê 11 kes hatin binçavkirin

  • 14:43 10 Cotmeh 2020
  • Rojane
MELETÎ - Li Meletiyê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 11'an. 
 
Li Meletiyê duh polîsan di çarçoveya lêpirsîna li dijî delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Alî Pîro, Azat Încesû, Fatma Încesû, Husamettîn Kûrûltay, Saît Pektaş û Alî Yilmaz hatibûn binçavkirin. 
 
Îro jî cendirme û polîsan bi ser malan de girtin û di serdegirtinan de Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Akçadagê Mahîr Aslan, Abûzer Adiyaman, Bîrgul Dogan, Azîz Dogan û Basrî Aslan binçav kirin. 
 
Hinceta binçavkirinan nehat zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Meletiyê.