'Bi girtinê dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin'

  • 13:48 10 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED -Têkildarî binçavkirin û girtinên rojnamegeran DFGD'ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê hat ragihandin zêdebûna tundiya li ser rojnamegeran nayê qebûlkirin.
 
Têkildarî binçavkirin û girtina nûçegîhana me Şehrîban Abî, Nûçegîhanên Mezopotamyayê Adanan Bilen, Cemil Ugur, Rojnameger Nazan Sala Komeleya Rojanemgeran a Dîcle Firatê  (DFGD) daxuyanî da. Rojnamegerên beşdarî daxuyaniyê bûn dowizên "Azadî ji bo rojnamegeran","Ji bo rojnamegeran azadî","Rojnamgerî ne sûc e","Em rojnameger in" hildan. 
 
Hevberdevkê DFGD'ê Serdar Altan  daxuyanî bi tirkî, Endama Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê  (MKGP)  Roza Metîna jî bi Kurdî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku  rojnameger ji ber nûçeyên ku çê dikin tên girtin. 
 
'Rojnamegeran dikin armanc'
 
Serdar da zanîn ku rojnamegeran her dem dikin armanca û wiha got: "Dema dixwazin rastiyan serobino bikin berî her tiştî rojnamegeran dikin armanc. Ji ber ku rojnameger xwedî erkin ku yên tên jiyîn raste rast bigînin gel û vê yekê dikin. Bê guman ev jî li xweşiya hêzên îqtîdarê naçe. Ji ber vê yekê hebûna rêxistinên çapemeniyê yên azad û bê alî naxwazin. Me li cîhanê carek din ev jiya û dît. Li Wanê polîsan di sibeha 6'ê Cotmehê de bi buroya Ajansa Mezopotamya ya Wanê de girtin. Di heman saetê de polîsan bi ser malên 6 rojnamegeran de girt. Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Adnan Bilen û Cemil Ugur, Nûçegîhana JinNewsê Şehriban Abi, Rojnameger Nazan Sala û xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Fehim Çetiner û belavkara berê Şukran Erdem binçav kirin. Ji 6 hevalên me yên endamên çapemeniyê mixabin duh 4 heb sewqî dadgehê kirin û girtin."
 
'Leşkeran ew ji helîkopterê avêtin'
 
Serdar bal kişand ser bûyera helîkopterê û wiha dewam kir:"Ev hevalên me çima binçav kirin û girtin? Em bawer dikin ku hemû raya giştî bersîva vê pirsê dizanin. Ajansa Mezopotamya, bi belgeyan îspat kir ku Servet Turgut û Osman Şiban, li Navçeya Şaxê ya Wanê eskeran ew binçav kirin û ji helîkopterê avêtin. Rayedaran berê ev bûyer înkar kirin. Piştî bi belgeyan derxistin holê, êdî hewce bi gotinê nema. Piştî hewldana ku rastiyan ronî bike pêş ket, ajans kirin hedef. Pitre ji bo vê rastiyê belav bikin hevalên me yên rojnameger binçav kirin û piştre jî girtin."
 
'Malpera înternetê ya Ajansa Mezopotamya asteng kirin'
 
Serdar bal kişand ser astengkirina malpera Ajansa Mezopotamyayê û wiha dewam kir:"Piştî xebatkarên Ajansa Mezopotamya ev nûçe çêkirin û rastî derxistin holê, zextên li dijî nûçegîhanan dest pê kir û pişte rojnameger binçav kirin. Piştî Servet Turgut jiyana xwe ji dest da, di sersaxî û şînê de polîsan raste rast Ajansa Mezopotamya kirin hedef. Polîsan ekîbê nûçeyan û nûçegîhan asteng kirin û kirin hedef. Piştre malpera înternetê ya Ajansa Mezopotamya asteng kirin. Xuya dike ku zext û tundiya li ser rojnamegeran têr nake, vê carê 4 hevalên me yên rojnameger berê binçav kirin û piştre bi hincetên pûç girtin.Bi hincetên bê kok û li dijî rastiyan hevalên me tawanbar kirin û girtin. Ji ber ku rojnamegerên hatin binçavkirin û girtin, hem di lêpirsîna midûriyeta polîsan de, hem jî di lêpirsîna dozgerî û dadgehê de derket holê ku 4 rojnamegerên hatin girtin, bi temamî ji ber nûçeyên çêkirine hatin tawanbarkirin û girtin."
 
'Bi girtinê dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin'
 
Serdar da zanîn ku ji bo ser rastiyan veşêrin û dengê rojnamegeran qut bikin rojnameger girtin û wiha got: "Ji bo rojnamegeran tawanbar bikin, nûçeyên çêkirine, agahiyên li ser medya dijital parve kirine û hevdîtinên ku bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re kirine wekî delîlên sûc nîşan dane. Ji bo wan wekî sûc pênase bikin kilif çêkirine.Hêzên Îqtîdarê vê carê bi destê darazê li şûna kesên êrîşî mafên mirovan kirine darizînin û wan lêpirsîn bikin, rojnamegerên ku ev rastî ronî kirine raste rast kirine hedefa xwe. Êdî her tişt li holê ye. Ji ber ku hevalên me yên rojnameger ên hatin girtin, tenê ji ber nûçeyên çêkiriune hatine girtin. Em hemû şahidê vê yekê ne. Êdî hemû cemawerî û raya giştî vê rastiyê zanin. Bi girtinê dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin. Ji bo ser rastiyan veşêrin û dengê rojnamegeran qut bikin rojnameger girtin."
 
'Em dibêjin Rojnamegerî ne sûc e'
 
Serdar anî ziman ku di vê pêvajoya ku li Tirkiyeyê zext, tundî, girtin û binçavkirina li dijî saziyên medya û xebatkarên çapemeniyê derketiye asta herî jor de hêj bi dehan rojnameger girtîn û wiha got:"Em carek din girtina hempîşeyên xwe yên rojnameger, ku rastî ronî kirin û bi raya gişti re parve kirin, şermezar dikin. Em vê girtinê bi tundî şermezar dikin. Di vê pêvajoya ku li Tirkiyeyê zext, tundî, girtin û binçavkirina li dijî saziyên medya û xebatkarên çapemeniyê derketiye asta herî jor de, hêj bi dehan rojnameger girtî ne. Li gel van zextan, girtina rojnamegerên nû nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em dixwazin 4 hevalên me yên Rojnameger ku duh li Wanê hatin girtin bi lez bên berdan. Em dibêjin Rojnamegerî ne sûc e." 
 
'Rojnameger li dijî zilmê û li dijî zimanê zayenperest li ber xwe didin'
 
Li ser navê Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Roza Metîna jî anî ziman ku îro ji ber rojnameger mekanîzmaya zext û zordestiyê teşîr dikin hedef tên girtin û wiha got: "Em di serî de girtina hevalên xwe yên rojnamger şermezar dikin. Îro 2 gundiyên ji helîkopterê hatin avêtin û rojnamgerên ev yek belge kirin bûn hedef. Îro hişmendiya ku tundiya salên 1990'î ya li ser civakê rewa dike û ev pergala heyî ya li ser nebûna gelê kurd xwe xwedî dike û li ser aloziyê xwe xwedî dike îro bi heman şêwazê nêzî rojnamegeran dibe. Di her qadê de êrîşên xwe berdewam dike û di her qadê de bi zimanekî tund bersîvê dide têkoşînê. Lê niha tevî hemû zehmetiyan li dijî zor û zahmetiyê hemû rojnameger li qadan têdikoşin û rastiyan ronî dikin. Rojnameger li dijî zilmê û li dijî zimanê zayenperest li ber xwe didin. Li gorî rapora DFG'ê îro 85 rojnameger di zindanan de ne. Tevî van şertên zor di girtîgehan de ne. Bi binpêkirina mafan re rû bi rû dimînin. Herî dawî  di rojnamegeriyê de koalisyona jinê ya navneteweyî  li ser Tirkiye raporek aşkere kir. Aşkere kir ku 68 rojnamegerên jin bi tundiyê re rû bi rû mane. Li gor Îro di rojnamegeriyê de koalisyona jinê ya navneteweyî  Tirkiye di aliyê girtina rojnamegeran de li gorî cîhanê di rêza 3'emîn de ye. Ji ber rojnameger rastiyê ji raya giştî re radigihînin hedef tên girtin. Em wekî MKGP'ê dibêjin Rojnamegerî ne sûc e. Em li gel hempîşeyên xwe cih digirin. Demildest hevalên me bên berdin." 
 
'Pîşeya me tê terorîzekirin'
 
Piştre nûnerê herêmê ya Sendikaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê  (TGS) Mahmut Oral di daxuyaniya ku da de wiha got:"Li tu derê cîhanê dozger, dewlet, polîs biryarê nade ku kî yê bibe rojnameger. Ancax rêxistinên pîşeyê biryara vî tiştî bidin. Pîşeya me tê terorîzekirin. Rastiyên giranbiha ên ku rojnameger derdixin holê di çav re diçe. Loma dibêjin 'ew ne rojnameger in'. Dîsa edalet ji bihareke din re ma û dîsa fature li rojnamegerên li dû rastiyê hat birîn."