'Wekî ku duh bûyer pêk hatibe êşa min nû ye'

  • 09:04 10 Cotmeh 2020
  • Rojane
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Di ser dagirkirina Rojava re salek derbas bû. Di dema dagirkirinê de ji ber bombeyên ku hatin avêtin li Nisêbînê 3 jê jin 12 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Dara Alî (19) bû. Dayika Dara Meryem Alî diyar kir ku wekî bûyer duh qewimîbe êşa wê hîna nû ye. 
 
Piştî ku dewleta tirk berî bi salekê êrîşî Rojava kir, Navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku li ser sînorê Bakur û Rojava ye bû hedefa bombeyan û di encamê de 3 jê jin 12 kesî jiyana xwe ji dest dabû.  Di encama bomeyên ku di dîrokên cuda cuda de hatin avêtin gelek kes jî birîndar bibûn. Ji van êrîşan yek jê jî di 11'ê Cotmehê de li Nisêbînê li Kolana Hamamê pêk hatibû di teqînê de 9 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Bi sedan kes jî birîndar bibû ku ji van yek jê jî koçbera ji Sûriyeyê Dara Elî (19) bû.  
 
Dema ku xest bi birîndaran re bibe alîkar hat kuştin
 
Dara Elî di 2014'an de ji ber şerê li Sûriyeyê bi malbata xwe re hatibû, li Nisêbînê bi cih bibûn. Dara ya li mala wan li taxa teqîn lê pêk hat bû dema ku êvarê ji kar diçû malê li taxê teqîn pêk hatibû û birîndar bibû. Dara xwestibû ku alîkariya birîndarên giran bike lê bi teqîna duyemîn ku pêk hat re jiyana xwe ji dest dabû.
 
'Ez piştî bi saetan têgihîştim ku hatiye kuştin'
 
Dayika dara Meryem Alî got ku wê kurê xwe bi bi kedeke mezin heta wê rojê anîbû, piştî bi saetekê têgihîştiye ku lawê wê jiyana xwe ji dest daye di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Dema ku teqîn pêk hat min telefonê lawê xwe kir. Lê kesekî bersîv neda. Ez jî çûm qehwexaneya ku her dem lawê min diçûye û min pirsa wî kir .Ji min re gotin rûnê em ê bilin binêrin û agahiyê bidin te.  Piştî bi saetekê vegeriyan û xemgîn bûn. Min got çi bûye bersîv nedan min .Piştre min birin nexweşxanê û cenazeyê lawê min û nasnameya wî nîşanî min dan."
 
'Ez bawer nakim ku salek derbas bûye'
 
Meryemê diyar kir ku wê di serî de bawer nekiriye lawê wê hatiye kuştin û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Êşa wî di dilê min de wekî îro nû ye .Tu tişt wekî bêçaretiyê ne zamet e .Ez dibêjim qey duh lawê min miriye û  bawer nakim ku salek di ser mirina wê re derbas bûye.  Ez gelek bêriya wî dikim. Min ew bi rojaneya ku pê dixebitîm xwedî kir. Ez hîna jî bawer nakim ku hatiye kuştin.  Li ser axa xwe nehat kuştin lê koçberiyê hat kuştin û ev  jî min bêhtir xemgîn dike."