‘Em ê xwedî li fikr û ramanê Abdullah Ocalan derkevin'

  • 09:03 10 Cotmeh 2020
  • Rojane
WAN - Bi minasebeta 22'yemîn salvegera kompoloya navneteweyî jinên Wanî nêrînên xwe anî ziman û gotin: "Bi saya fikr û ramanê Abdullah Ocalan gelek tişt guherî û em ê xwedî li fikr û ramanên Abdullah Ocalan derkevin. Divê bê zanîn ku em tu carî dev jî doza xwe bernadin." 
 
22 sal ser Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêveberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbas bû. Di 9'ê Cotmehê de  Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin. Piştî ku anîn Tirkiyeyê jî tecrîdekî girankirî hat destpêkirin. Komploya Navneteweyî 22 sal in didomin. Jinên ku li Wanê dijîn di salvegera komployê de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
Hatûn Yîgît, di destpêka axaftina xwe de bal kişand komploya navneteweyî û got: "Ji roja destpêka komployê heta îro di nava dilê me de şewatek heye. Bi saya fikr û ramanê Abdullah Ocalan gelek guhertin pêk hat. Em tu carî fikr û ramanên wî ji bir nakin û nadin ji bîr kirin." 
 
Leyla Kaya, bal kişand ser fikr û ramanê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Abdullah Ocalan rêveberê me ye. Piştî ku me Abdullah Ocalan nas kir gelek tişt guherî. Fikr û ramanê wî ji bo me gelek girîng e. Em niha bêtir xwe nasdikin, nasnameya xwe nas dikin û zimanê xwe nas dikin. Ez dikarim bêjim ku em bi saya wî şiyar bûn. Abdullah Ocalan ji bo gelê xwe bi rêket. Di her salvegera kompoloyê de em heman roja ewilê dijîn. Di encama îxanetê de hat girtin. Niha jî kesên ku xwedî li fikr û ramanên wî derdikevin tên binçavkirin. Lê divê bê zanîn ku heta dawiyê em ê gelê xwe biparêz in. Em dev jî doza xwe berdandin. Divê Gelê Kurd xwedî li rêveberê gelê xwe derkevin û ji bo azadiya wê têbikoşin." 
 
Feyruz Mîroglu, di axaftina xwe de komploya pêk hatî şermezar kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em niha bi saya Abdullah Ocalan têdikoşin. Em niha têkoşîna ziman û hebûna xwe didin."
 
Gul Dûman jî destîşan kir di serî de azadiya Abdullah Ocalan û piştre jî azadiya hemû girtiyên siyasî dixwazin û wiha axivî: "Piştî ku Abdullah Ocalan hat dîl hat girtin gundê me hat valakirin. Em vê demê gelek bi zor û zehmetiyan re rûbirû man. Lê têkoşîna ku hatî dayîn ji bo azadiyê girîng e. Lê divê baş bê zanîn ku em Abdullah Ocalan wekî rêveberekî dibînin û dê wisa be jî."