ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2020'Î

  • 09:00 10 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Têkildarî salvegera hedefgirtina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef a ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve, dayika wê Sûad Mistefa û hevala wê Semîra El-Ezîz wiha gotin: "Hovîtiya ku li dijî Hevrînê hat kirin di heman demê de li dijî tevahî mirovahiyê, civak, maf û îradeya jinan hat kirin. Xwestin fikrê demokratîk û îradeyekê tune bikin. Lê belê em ê li dijî vê hovîtiyê têkoşîna xwe bidomînin." DÎMEN HEYE
 
*Bi minasebeta 22'yemîn salvegera kompoloya navneteweyî jinên Wanî nêrînên xwe anî ziman û gotin: "Bi saya fikr û ramanê Abdullah Ocalan gelek tişt guherî û em ê xwedî li fikr û ramanên Abdullah Ocalan derkevin. Divê bê zanîn ku em tu carî dev jî doza xwe bernadin." BI DÎMEN 
 
* Di ser dagirkirina Rojava re salek derbas bû. Di dema dagirkirinê de ji ber bombeyên ku hatin avêtin li Nisêbînê 3 jê jin 12 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Dara Alî (19) bû. Dayika Dara Meryem Alî diyar kir ku wekî bûyer duh qewimîbe êşa wê hîna nû ye.  DÎMEN HEYE
 
*Nesrîn Mistefa ya ku li Şehbayê kincên kurdî didirû û çanda xwe diparêze da zanîn ku ew karê xwe bi dilxweşî dike û wiha got:"Parastina çand û folklora xwe ya li koçberiyê girîngtir e. Ev yek rihê hezkirina çandê bi me re zindî dihêlê." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Lemîs Abdullah di derbarê şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de wiha got: "Dewleta tirk bi rengekî eşkere piştgiriya hêzên Azerbaycanê dike, da ku Ermenîstanê dagir bikin. Dewleta tirk kiryarên ku di sala 1915’an de bi destê Osmaniyan li ser gelê ermenî daye meşandin, îro jî didomîne." DÎMEN HEYE
 
*Ew ê li Şehbayê bi pêşengiya MMŞ'ê meş bê lidarxistin. (16.00)
 
*Ew ê îro li Kobanê têkildarî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mîtîng bê lidarxistin. (13.00)