Li dijî komployê li Mexmûrê meşek hat lidarxistin

  • 08:44 10 Cotmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Di 22'yemîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Mexmûrê meşekê girseyî hat lidarxistin. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "10'ê Cotmehê wekê Roja Azadiya Rêber Apo hatiye îlankirin û divê bi awayekî çalak bê pêşwazîkirin" 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê meşek hat lidarxistin. Girse li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rêber Apo, Bimre Komploya 9’ê Cotmehê, Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe’ li kolanên Mexmûrê meşiyan û li ber avahiya Navenda Çand û Hunerê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: "Ev 22 sal in Rêber Apo li Zindana Îmraliyê bi berxwedan û iradeyeki xurt têkoşînek dide. Bi siyaset û stratejiya ku li zindanê dan meşandin xwestin vê têkoşinê tasfiye bikin, lê têkoşina azadiya Kurdistanê bêtir pêş ket. Bi milyonan mirov li dora fikrê Rêber Apo kombûn. Hêzên navnetewî û dewletên neyarên kurdan naxwazin dengê Rêber Apo derkeve, fikrên wî were zanîn. Rêberê gelan, hemû gel kirin xwedî îrade. Rêbertî bi têkoşîna xwe komplo bi hemû armancên wî ve vala derxist. 
 
Lê dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê li hember serkeftinên Gelê Kurd bi şêwe û rebazên cudatir komployên nû ku berdewama komploya nawnetevî dest pê kirin. Hikûmeta AKP destpêkê bi tunekirina masaya çaraseriyê re û piştre ji bi tecrîdkirina Rêbertî re îro jî êrîşên bi topyekûn yên tunekirina Gelê Kurd û wêrankirina bajarên Kurdan re dixwazin encam bigirin. Lê ev hewildan û êrîşên wan ji bêçaresertiya wan tê. Ji ber ku AKP li hember têkoşîna Gelê Kurd li hemû qadan winda dike. Di qada Navnetewi de tengav bûye, çavê wî sor bûye û bi hemû hêza xwe li hemû qada êrîşî Gelê Kurd dike. Li gel vê yekê Şoreşa Rojava, projeya çareseriya Rebertî û tevgera me ya ji bo Sûriyeyê û Rojhilata Navin, weke alternatifa sereke îro di aligirê çareseriyê de hêviya ji bo pêvajoyê zêdetir kiriye.
 
Dijmintiya li hemberî kurdan û êrîşên li dijî her tiştên bi navê Kurdîtiyê ku di demê komploya navnetewî de hatî kirin, niha jî bi rengekî bênavber didome. Lê belê bi ruhê şehîdên berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li her deverê berxwedaniyek bi rengê fedayî heye. Heta Rêber Apo azad nebe jin azad nabe, ji ber ku azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Em weke Gelê Kurd deyndarê Rêber Apo ne, ji bo em vî deynê xwe bidin dem hatiye em Rêber Apo azad bikin û bi awayek fîzîkî di nava xwe de bibînin. Em bang li tevahî mirovahiyê dikin ku roja 10’ê Cotmehê ango îro weke 'Roja Azadiya Rêber Apo' hatiye îlankirin divê bi awayek çalak bê pêşwazîkirin." 
 
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rêber Apo”, “Kesek nikare roja me tarî bike”, “Bimre Komploya 9’ê Cotmehê” bi dawî bû.