Şêniyên Hesekê komplo şermezar kirin û banga yekîtiyê kirin

  • 19:26 9 Cotmeh 2020
  • Rojane

HESEKÊ - Bi hezaran şêneyên  Bajarê Hesekê bi dirûşma "Bi berxwedanî û têkoşînê em ê yekîtiya netewî ava bikin û dagirkeriya tirk têk bibin" li dijî Komploya Navneteweyî û salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê bi meşekê şermezar kirin .

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û êrîşên ser Serêkaniyê û Girê Spî şêniyên bajarê Hesekê bi dirûşma "Bi berxwedanî û têkoşînê em ê yekîtiya neteweyî ava bikin û dagirkeriyê têk bibin"meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û pankartên bi nivîsa "Bi yekîtiyê em ê komploya li ser Rêber Apo têk bibin", "Na ji dagirkeriya dewleta tirk re", "Em ê teqez vegerin Serêkaniyê"  hatibû hilgirtin. Meş li ber Dibistana Fewaz Çûlî ya taxa Nasira despêkkir û li ber çarxereya Cûdî veguherî mitîng ê. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, bi navê Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed axivî.

Şêxmûs roja 9’ê Cotmehê şermezar kir û teqez kir ku kiryar û êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: "Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pirojeya Netewa Demokratîk hilbijartiye û ji bo bi serxistina vê pirojeyê têkoşîn û bexwedaniyê dike. Armanca dewleta tirk guhertina demografiyê ye e û zindîkirina desthildariya Osmanî ye. Pêkhateyên gelê herêmê hedef dike û dixwaze dewlemendiya xaka Sûriyê bidest bixe. Em ê bi rihê berxwedanê rê li ber dagirkeriya dewkleta tirk bigirin û Rêber Apo azad bikin. Em ê nehêlin komploger bighêjin armancê xwe."

Meş bi dirûşmeya "Na ji dagirkeriya tirk re", "Bijî berxwedan" , "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.