Li Şehba, Til Temir û Kampa Waşûkaniyê komplo hat şermezarkirin

  • 13:20 9 Cotmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ / ŞEHBA - Bi sedan şêniyên Efrîn, Şehba, Til Temir û Kampa Waşûkaniyê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Serêkanî û Girê Spî şermezar kirin. 
 
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Serêkanî û Girê Spî şêniyên Efrîn, Şehba, navçeya Til Temir û koçberên Serêkanîyê li Kampa Waşûkaniyê daketin qadan û bi meşekê komplo û êriş şermezar kirin.
 
Komplo û êrîş li Şehbayê hatin şermezarkirin
 
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî  ya 9'ê Cotmehê û êrîşên li ser Serêkanî û Girê Spî Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê û li navçeya Fafînê ya Şehbayê meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê amade bûn. Her wiha di meşê de cilên li ser nivîsa "Azadiya jin azadiya Rêber Apo ye", "Bê Serok jiyan nabe" û  "Azadî ji bo Rêber Apo" hatibû lixwekirin. Her wiha wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewan û birîndarên Berxwedana Rûmetê û pankartên bi nivîsa "Komploya navneteweyî li dijî Rêber Apo, vîna gelan, demokratî û aştiyê ye", "Bi vîna gelan em ê dagirkeriyê hilweşînin" û "Na ji dagirkeriyê re, erê ji azadiyê re" hatibû hildan. Meş bi berzkirina dirûşman ji dibistana Mûşeta ya navçeya Fafînê heta qada navçeyê dom kir. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê Endama Konseya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediye Yûsif Komploya Navneteweyî şermezar kir û wiha got: "Armanca komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo ew e ku doza azadî û demokrasiyê tune bikin. Bi vîna gelê me ev komplo têk çû. Lê dewletên desthilatdar heta roja îro jî ji bo komployê bi ser bixînin bi hemû rêbazan êrîşî nirx û şoreşa me dikin. Dagirkerina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî encama berdewamiya komploya navneteweyî ye. Kes nikare projeya me têk bibe, dem dema azadî û hilweşandina dagirkeriyê ye."
 
Li ser navê nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Silêman Cefer jî wiha got: "Em pakrewanên azadiyê bi bîr tînin û sonda şopandina rêya wan didin. Dewleta tirk a dagirker bi alîkariya hevkarên xwe êrîşî Serêkanî û Girê Spî kirin ev yek jî berdewamiya Komploya Navneteweyî ye ku di şexsê Rêber Apo de pêk hat. Em bi tundî vê komployê şermezar dikin. Xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo dengê azadiyê qir bikin, lê bi berxwedana gel ev komplo têk çû."
 
Endama Meclîsa Jina Azad a Şehbayê Rûweyide Ibrahîm komplo şermezar kir û wiha pê de çû: "Komploya Navneteweyî di sala xwe ya 22'emîn de didome û tecrîda girankirî jî berdewam dike. Metirsîna dewletên hegomonîk a fikrê azadiyê heye loma komplo dan meşandin. Wê dengê azadî û demokrasiyê tucarî qut nebe." 
 
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
 
Şêniyên Til Temirê Komplo û êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin
 
Bi armanca şermezarkirina komploya li dijî Rêberê PKKê û Abdullah Ocalan û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, bi sedan ji şêniyên navçeya Til Temirê bi hemî netewên xwe û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, meşeke girseyî li dar xistin. 
 
Meşa ku ji Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir, li Çarxereya Ş.Qendîl  rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Hesekê Silêman Xelîl axivî. 
 
Silêman komplo şermezar kir û wiha dom kir:"Komploya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê netewa Demokratîk pêk hat, heya niha dewam dike. Li hember Gelê Kurd şerekî dîrokê tê meşandin, taybet di dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de ev yek hat dîtin. Erdogan êrîşî felsefeya Netewa Demokratîk a ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana wê de, maf, hebûn û rûmeta xwe diparêzin, dike. Komploya 9'ê Cotmeha 1998 û 2019'an komployeke navneteweyî bû. Li hember dagirkeriyê û komployan wê dengê gelê herêmê her bilind bibe, têkoşîna gelan li dijî dagirkeran de mezin bibe. "
 
Meş bi dirûşma"Berxwedan jiyan e"bi dawî bû. 
 
Koçberên Waşûkanî: Em ê teqez vegerin Serêkaniyê
 
Di 9’ê Cotmeha 1998' an de komployek navneteweyî li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, di heman rojê de di sala 2019'an de dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encamê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Îro bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin" li wargeha Waşûkanî koçberên Serêkanîyê meşek li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa "Em ê teqez bi ser bikevin", "Na ji dagirkeriya dewleta tirk re" hatibûn hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Rêveberiya Kongreya Star Besîma Dawûd roja 9’ê Cotmehê bi rojek reş pênase kir û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Dewleta tirk a dagirker bi armanca zindîkirina desthildariya Osmaniyan bi hovîtî û bi çekên giran û qedexekirî sivîlan dike hedef û ji warê wan koçber dike. Îro em wekî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pişta xwe bi hêzên navneteweyî Rûsya û Emêrika xurt nekin. Em ê bi îradeya xwe û bi berxwedana hêzên me YPJ/YPG'ê û QSD’ê xurt bibin û bi ser bikevin."
 
Endamê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela Dîn Cemîl teqez kir ku êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê  berdewama komploya li ser Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: "Me xaka berxwedanê hilbijartiye, heya roja îro jî em berxwedanê di kampa Waşûkanî de didin meşandin û em di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser bikevin û dagirkeriyê têk bibin û vegerin Serêkaniyê."
 
Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ahîn Elo da zanîn ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qonaxek pir hesas re derbas dibe û wiha got: "Rojhilata Navîn di nava aloziyekê de dijî û li ber xwe didin. Desthilatdar di hemû waran de êrîşî destkeftiyên me dike, ji bo wê jî pêwist e gel baldar bin û ji bo biserxistina pirojeya Netewa Demokratîk pêwist e asta berxwedanê bilind bikin. Em ê rê nedin komplogeran ku îrade û hebûna me tune bike."
 
Meş bi dirûşma "Na ji dagirkeriya dewleta tirk re" bi dawî bû.