Li Şirnexê komplo hat şermezarkirin

  • 13:11 9 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞIRNEX/MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, bi wesîleya 22’yemîn salvegera komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Di daxûyaniyê de Zozan Aksu anî ziman ku bi tecrîdê dixwazin gelan bifetisînin û wiha got: “Ocalan bersivek dîrokî da komplo û tecrîdê. Tecrîda li Îmraliyê êrişek a  li dijî çareseriyê ye.”  
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Şirnexê, bi minasebeta 9’ê Cotmehê 22'emîn savegera komploya navneteweyî li ber avahiya rêxistina xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em Komploya 9’ê Cıtmehê a Navneteweyî Şermezar dikin” hat vekirin. Aktîvîstên TJA’yê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî aktîvîsta TJA’yê û rêvebira HDP’ê ya navendê Zozan Aksu xwend.
 
Mêrdîn
 
Li Mêrdînê jî li ber avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniya ku Berdevka HDP'ê û parlamentera Mêrdînê Ebru Gunay tevli bûn, ji aliyê hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salîh Kuday ve hat xwendin.
 
Metnê daxuyaniyê yê hepar wiha ye: 
 
"Di ser plana navneteweyî ya 9'ê Cotmehê re 22 sal derbas bûn. Ev plana ku di 9'ê Cotmea 1998'an de hat destpêkirin, roja destpêkirina komploya li dijî Rojhilata Navîn tevahî bû. Ev plana ku li dijî ramanên gelên Rojhilata Navîn ku dikare bibe sedema tekoşîna aştiyê, di roja me ya îro de pêşiya pirsgirîkên mezin vekir.
 
Tecrîd jî parçeyekî vî planî ye
 
"Di salvegera  22'emîn a vî planê  navneteweyî de, tecrît berdewam dike. Malbata Abdullah Ocalan bi awayekê neqanûnî tê astengkirin û destûr nadin ku bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne.Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin îro li tevahiya welêt belav bûye û tê xwestin ku bêhn li civakê bê qutkirin. Em ê li dijî vê hişmendiya ku dixwaze civakê bê nefes bihêle, têkoşîna xwe ya parastina civakî, jiyana hevpar û avakirina komara demokratîk bidomînin."
 
Daxûyanî bi çepik û tililiyan bi dawî bû.