Li Mêrdînê komplo hat şermezarkirin

  • 13:03 9 Cotmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdinê bi wesîleya komploya navneteweyî daxuyaniyek da û got: "Komplo bi tecrîtê re berdewam dike. Komplo li hemberî hêviyên gelan êrişek e."
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegera 22'emîn Komploya Navnetewî ya 9'ê Cotmehê de li avahiya xwe ya navendî a Mêrdînê daxuyaniyek dan  çapemeniyê. Endam û rêveberên HDP'ê yên navçe û bajêr tevlî daxuyaniyê bûn. Parlamentera HDP'ê ya Merdînê Ebrû Gunay jî tevlî daxuyaniyê bû û daxuyanî ji hêla hevserokê HDP'ê yê bajêr Salîh Kuder ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Komploya Navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de hatiye lidarxistin darbeyeke li hemberî gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku Abdullah Ocalan bi ramana xwe re bu bingeha jiyanek aram û aştiya ne. Bi rêbaza ku daniye holê re ji wê şerê bi sed sal in didomin hatiban rawestandin. Lewra komplo di roja îro de ji bi awayekî giran bandor li ser gelan dike.
 
Bi girtina Abdullah Ocalan re re xwestin şerekî li sedsalan belav bibe derxin holê. Weke ku serokê wê demî Bulent Ecwît ji dibêje 'Sedema ku piştî salan ABD Ocalan teslîmê me kir çiye nizanim' Armanc bi xwe re derxistina şerek navnetewî bû. Lewra feraseta wan ya qirêj bi sekna Abdullah Ocalan re vala hat derxistin û da nîşandan ku çareserî netewa demokratîk e. 
 
Îro bi tecrîtê re berdewamiya komployê tînin. Nêzîkatiya ku li Rêbertî tê kirin bi nêzîkatiya li pirsgirêka kurd û li demokrasiyê re tê kirin re heman e.
 
Di salvegera 22'yemîn ya komployê de tecrîta girankirî berdewam dike û bi vî rengî ji dixwazin gelan bê nefes bihêlin. Ango berdewamiya komployê li hemberî hêviyên gelan ên çareseriyê ji êrişek e. Em ê li hemberî van êrişan sekna xwe biparêzin û timî ji bo netewa demokratîk têbikoşin."
 
Daxuyanî bi çepikan re bi dawî bû.