'Ji bo şaredarî xizmetê nede qeyûm tayîn kirin'

  • 09:06 9 Cotmeh 2020
  • Rojane
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Piştî ku di 9'ê cotmeha 2019'an de li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêk hatîn Nisêbînê jî ji van êrîşan bi bandor bû û 13 welatiyan ji ber bombebaranê jiyana xwe ji dest dabûn. Hevşaredar Semîre Nergîz diyar kir ku ji bo şaredarî xizmetê nede welatiyên ku ji êrişan bi bandor bûyî qeyûm tayînê şaredariyê kirin. 
 
Di 9'ê Cotmeha 2019'an de li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişek pêk hat û di êrişê de cihên nêzîkê sînor jî bi bandor bûn. Li Nisêbîna Mêrdinê di vê demê de ji ber bombeyan 13 kesî jiyana xwe ji dest da. Vê demê Şaredariya Nisêbîne ya di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû û Maseya Krîzê ava kir. Xwest pirsgirêkên welatiyan çareser bike. Lê hevşaredarên Nisêbînê hatin binçavkirin û girtin. Li şûna hevşaredaran qeyûm hat tayînkirin. 
 
Di 15'ê cotmeha 2019'an de hevşaredara Nisêbîne Semîre Nergîz hat binçavkirin û di 17'ê cotmehê de jî hat girtin, wê şandin Girtîgeha Girtî a Tîpa T ya Xarpêtê. Piştî ku îtîrazê Semîre serbest hat berdan. Semîre derbarê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî. 
 
'Me xwest em bibin çareseriya pirsgirêkan' 
 
Semîre, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "Êrişên ku li herêmê pêk dihatin bandorê li vir jî kir. Yek jî wan deverana Nisêbîn bû. Nisêbîn veguherî qada şer. Li vir bombe teqiyan û gelek welatî jiyana xwe ji des dan. Di pêvçûnan de şaredarî ji bo hewcedariyên gel navendekî krîzê ava kir. Me xwest em bibin bersiva gelê xwe. Me xwest em li dijî pirsgirêka çareseriyan biafirînin." 
 
'HDP hat darizandin'
 
Semîre, behsa tayînkirina qeyûman kir û wiha axivî: "Di êrişan de her tim jin bûn hedef û hatin binçavkirin û girtin. Her kolanên Nisêbînê dihatin şopandin. Di şert û mercên wisa de me xebatên xwe domand. Di 15'ê cotmehê de polîsan bi ser mala min de girt û ez hatim binçavkirin. Bê hincet ez hatim binçavkirin û di nava 2 rojane de derketin dadgehê û hatim girtin. Mi li dadgehê dît ku HDP'ê tê darizandin."
 
'Vîna gel ji bo me girîng e'
 
Semîre di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xespkirina vîna gel û wiha bi lêv kir: "Li hemberî vîna gel darbeyek pêk hat û ji bo tayînkirina qeyûman ji xwe re hincet digeriyan. Herî dawiyê jî qeyûm tayînê şaredariyê jî kirin. Ji bo demek dikarin dilê xwe rihet bikin. Lê divê bê zanîn ku tayînkirina qeyûman li dijî hiqûqê ye. Ev tişt tenê tê wateya darbeyê. Lê tişta ku ji bo me girîng jî vîna gel e."