Rûken Sîpan bû hêza serkeftina Kobanê

  • 09:05 9 Cotmeh 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Şervana YPJ'ê Rûken Sîpan di dema berxwedana Kobanê de ji bo rêhevalên xwe û welatê xwe ji tanka çeteyên DAIŞ'ê biparêze, çalakiya fedayî pêk tîne û navê xwe di serpêhateyên berxwedanê û di dîrokê de dinivîse. 
 
Di şerê Kobanê de berxwedan û têkoşîn gihîşt lûtkeya herî bilind. Şervanên YPJ/YPG'ê bi israr û dilxwazî şerê hebûn û azadiyê li ser her buhusteke axa Kobanê da meşandin. Her wiha li rex şerê sing bi sing, bi pêşengiya şervanên YPJ'ê rêbaza çalakiyên fedayî jî hatin pêşxistin. Destana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de dest pê kir û piştî 134 rojan a berxwedana dîrokî di 26'ê Çileya 2015'an de bi ser ket. Di oxira rizgarkirin û parastina axa Kobanê de 486 şervanên YPJ/YPG jiyana xwe ji dest dan. Her şervanekê/î ku ji bajarên cuda yên Kurdistanê bûn, sirûd û serpêhateyên cuda li pey xwe hiştin. Yek ji serpêhateyên vê berxwedanê  çalakiya fedayî ya şervana YPJ'ê Rûken Sîpan e. Dema ku me bi Endama Meclîsa Leşkerî li Kobanê, Penaber Kobanê re di derbarê çalakiya Arîn Mîrkan de hevpeyvîn çêdikir, Penaberê di nava gotinên xwe de behsa çalakiya Rûken Sîpan ku ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê Mako ye, kir. Yek ji bûyerên ku mirov pê bandor dibe û dixwaze di nava rûpelên dîrokê de cih bigire, serpêhateya vê şervanê ye. 
 
Rûken Sîpan bû hêza serkeftina Kobanê
 
Di berxwedana Kobanê de şervanên YPJ'ê xeta têkoşer Zîlan, Rojbîn Ereb, Berwar, Binefş Amed, Sema Yuce û Bêrîtanan nûjen kirin. Di destpêkê de Rêvana Rojava ya ji Kobanê ku di 27'ê Îlonê de çalakiya fedayî kir, piştre di 5'ê Cotmehê de Arîn Mîrkan a ji Efrînê li Miştenûrê heman çalakî pêk anî û di heman rojê de Rûken Sîpan a ji Rojhilatê Kurdistanê çalakî kir. Arîn û Rûken di heman rojê de çalakiyê dikin, lê ji ber atmosfera şer agahiyên wan ji hevdu tune bûne, navê wê nehat derbaskirin. Rûken Sîpan jî bû hêza serkeftina Kobanê. Bi van rêzeçalakiyên fedayî ku şervanên YPJ'ê pêşengiya wan dikirin, berxwedana Kobanê teşeyekî nû girt û ber bi serkeftinê ve çû. 
 
Ji bo welatê xwe canê xwe feda dike
 
Rûken Sîpan (Qudret Rasîkî) di sala 1993'an de li bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 2006'an de beşdarî nava tevgera azadiyê dibe û di 2014'an de cihê xwe di şerê Kobanê de girt. Di 5'ê Cotmeha 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê bi tankên xwe derbasî nava bajarê Kobanê dibin, lê çekên ku tankan dirûxînin di destên şervanan de tune ne. Rûkenê cihê xwe di çepera nêzikî dibistana reş ya ku li ser riya Rojhilatê bajêr e digire. Dema tank nêzik dibin, Rûken ferq dike ku dê tank derbasî nava malan bibe û di encamê de gelek rêhevalên wê jiyana xwe ji dest bidin. Loma Rûken bi berpirsyarî tev digere û biryara çalakiya fedayî dide. Ji ber di destên Rûkenê de tenê çeka segvanî heye, ji ber wê ew di wê kêliyê de biryar dide ku bi narincoka di destê xwe de tanka çeteyan tune bike. Rûkenê ji bo tankê tune bike bi awayekî lez xwe digihîne tankê û bi narincoka ferdî xwe di tekela pêşî ya tankê de diteqîne. Ji bo welatê xwe canê xwe feda dike. Ji ber dema Rûken xwe diteqîne bedena wê parçe dibe, li peyê wê parçeyên ku bispêrin axê namînin. Ji bo Rûken ji bîra zarokên vî welatî neçe Meclîsa Malbatên Şehîdan ji boyî Rûkenê goreke sembolîk li Goristana Şehîd Dicle çêkirine. 
 
Jinên Kurd damezrênerên pira azadiyê ne 
 
Jinên Kurd bîrdoziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh girtin û dest bi rêwîtiya ber bi azadiyê ve kirin. Bi riya têkoşên û berxwedana xwe ji jinên Rojhilata Navîn re bûn pira azadî û xwenaskirinê. Bi dilxwazî û dilsoziyeke mezin temen û canê xwe kirin xizmeta jin û gelên di bin dest de. Li dijî komployan, şerê leşkerî, şerê taybet, nakokoiyên civakî û hişmendiya serdest bê navber têdikoşin. Bi saya mîrateya ku van cangoriyan li pey xwe hiştin, şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi ser ket, DAIŞ têk çû û YPJ bû mînaka tevahî jinên cîhanê.