ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'Î

  • 09:00 9 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Keça Sembola şoreş û Berxwedana Rûmetê, Yadê Eqîda ku di nava kerwanê sivîlan de ji aliyê dewleta tirk ve li Serêkaniyê hat hedefgirtin û hevala wê Beda Ehmed anîn ziman ku Yadê Eqîda di her kêliya jiyana xwe de xwedî helwesteke têkoşer bû û wiha gotin:"Yadê Eqîda weke jineke têkoşer û berxwedêr derbasî Serêkaniyê bû, mohra xwe li destkeftiyên şoreşa jinê xist û bû sembola Berxwedana Rûmetê. Em ê domdarê xeta wê bin." DÎMEN HEYE
 
*Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de wiha gotibû: "Ez ne mehkûmê Tirkiyeyê me, ez mehkûmê Komploya Navneteweyî me. Pergala Îmraliyê jî ji bo îradeyê qels bike, bi demê re birizîne û teslîm bigire hatiye amadekirin." 
 
*12 meh, 365 roj û 8760 saet di ser dagirkirina Serêkaniyê re derbas bû, lê heman bûyer, heman kêlî, heman berxwedan ji min re wekî duh tê. Çiqasî dem derbas bibe ne xem e, lê di her kêliyê de dilsoziya bi axa welat re zindî ye û nû dibe. Dayik bi rondikên çavên xwe kêlî, saet û rojan dijmêrin. Zarok çavên wan li asîmana ye. Bi firokên ku çêkirine û pê dilîzin, dixwazin ber bi Serêkaniyê ve biçin û bifirin. Dibe ku kolan û lîstokên xwe nebînin lê wê bêhna axê bikşînin hundirê kezeba xwe ya şewitî û çavên bendewarê dîtina bajarê xwe bûn, kil bikin.
JI PÊNÛSA JINAN
 
*Şervana YPJ'ê Rûken Sîpan di dema berxwedana Kobanê de ji bo rêhevalên xwe û welatê xwe ji tanka çeteyên DAIŞ'ê biparêze, çalakiya fedayî pêk tîne û navê xwe di serpêhateyên berxwedanê û di dîrokê de dinivîse.
 
*Dayikên şehîdan ên Efrînê ku komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi tundî şermezar kirin wiha gotin : "Hin dîrok hene ku ji bo me roja reş in.  Çawa ku di 9'ê Cotmehê de li dijî Rêber Apo komplo pêk anîn, xwestin ku vê komployê bi dagirkirina Serêkaniyê û Girêspî bidin berdewamkirin." DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Aştiyê yên Stenbolê 22'yemîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Em Dayikên Aştiyê dê her tim daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin. Ji ber ku bi azadiya wî dê aştî pêk bê. BI DÎMEN 
 
*Jina bi navê Hesna Şihade ku bi eslê xwe ji bajarê Şamê ye, di derbarê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivî. Hesnayê wiha got: "Rêber Apo rêya azadiyê nîşanî tevahî gelên bindest da û felsefeya jiyana azad pêşkêş kir. Loma dewletên hegomonîk komplo çêkirin." DÎMEN HEYE
 
*Di encama êrişên 9'ê cotmeha 2019'an a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatî de Nisêbîn jî bi bandor bû û 13 welatî ji ber bombeyan jiyana xwe ji dest dabûn. Hevşaredar Semîre Nergîz diyar kir ku ji bo şaredarî xizmetê nede welatiyên ku ji êrişan bi bandor bûyî qeyûm tayînê şaredariyê kirin.  BI DÎMEN
 
*Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger, têkilarî salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat meşandin nirxandin kir. Zelalê wiha got: “Rêber Apo ji bo ku civaka kurd ji gefên dewletên serwer biparêze û ji bo doza kurd çareseriyeke mayinde bi xwe re bîne, têkoşîneke mezin da. Li ser vî esasî heta niha li ber xwe dide û di tecrîdeke giran re derbas dibe.” DÎMEN HEYE