Îfadeya rojnamegerên hatibûn binçavkirin dest pê kir
- 08:41 9 Cotmeh 2020
- Rojane
WAN - Li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê do bi şev dest bi îfadeya 4 rojnameger û 2 belavkarên rojnameyê hat kirin.
Nûçegîhana me Şehrîban Abî, Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û rojnamevan Nazan Sala û belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Fehîm Çetîner û belavkara berê ya rojnameyê Şukran Erdem di 6'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin.
Midûriyeta Emniyetê ya Wanê do bi şev dest îfadeya rojnameger û belavkarên rojnameyê kir.