Ciwanên Efrînê li dijî tecrîdê meş li dar xistin

  • 16:51 8 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Efrînê meşek li Kantona Şehbayê li dar xist.
 
Bi boneya 9'ê Cotmehê roja destpêkirina komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girêdayî pêngava "Na ji tecrîdê re, na ji dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye" Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeyê Şêrewa ya Kantona Efrînê bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin" meşeke bi tevlîbûna şêniyên gundê Aqîbê, Tevgera Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê li dar xist.
Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriyê re ", "Na ji tecrîdê re", "Dem dema azadiyê ye", "Teqez em ê bi ser bikevin" , "Kurdistanê ji faşîzmê re bibe goristan", "Destên xwe ji axa me bikşînin" û "Neyar nabe yar" hatin hildan.
 
Meş ji destpêka gundê Aqîbê dest pê kir û bi dirûşmên" Bê Serok jiyan nabe", " Bijî Serok Apo" û " Na ji tecrîdê re" ber bi gundê Ziyaretê ve dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê Reşîd Efrîn axivî û wiha got: "Bi komploya 9'ê cotmeha 1998'an ku li ser Rêber Apo hate meşandin,  armanca komplo xwestin Gelê Kurd tune bikin, lê belê li hemberî komployê Gelê Kurd serî hilda û xeta azadiyê ji xwe re xeta bingehîn girtin. Her wiha ji ber ku ciwan wê azadiyê misoger bikin, em ê her hêza xwe wekî Rêber Apo bibînin."
 
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabê" bi dawî bû.