Ji bo Şevîn Alaca daxwaza girtinê

  • 16:17 8 Cotmeh 2020
  • Rojane
QERS - Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku qeyûm tayînî şûna wê kirin û du kesên din bi daxwaza girtinê sewkî edliyê kirin.
 
Li Qersê di 1'ê Cotmehê de 21 kesên ku Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî di nav wan de bû hatibûn binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin 12 kes hatibûn girtin û 5 kes jî bi şertê kontorla edlî serbest hatibûn berdan.
 
Îro jî lêpirsîna Şevîn Alaca, Cengîz Anli û Mustafa Yardimci ya li dozgeriyê qediya û bi daxwaza girtinê ew sewkî dadgehê kirin.