Meclîsa Jina Azad bi kampanyayekê dest bi komkirina îmzeyan kir

  • 16:09 8 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û li ser esasê piştevaniya bangawaziya KCK-KJK’ê Meclîsa Jina Azad a Şehbayê bi daxuyaniyekê dest bi  kampanyaya komkirina îmzayan li navçeya Fafînê ya Şehbayê kirin.
 
Li ser esasê piştgiriya bangawaziya KCK-KJK’ê û ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Meclîsa Jina Azad a Şehbayê bi beşdarbûna hemu endamên komîn, meclîs, sazî û dezgehên sivîl  bi daxuyaniyekê dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan kirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Jina Azad Rohay Kûse ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Em weke jinên Şehbayê pêngava  ku KCK'ê û KJK'ê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dane destpêkirin em bi kurd, ereb û tirkmenên xwe vê pêngavê hembêz dikin. Em ê hemû hêz û zanebûna xwe li gor fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşînin. Piştî lihevkirin û pêkhatina komployeke navneteweyî ya li dijî Rêber Apo di dîroka 9'ê cotmeha 1998'an de hate dîlgirtin. Berdewamiya komployê îro bi hemû rûyên xwe yê reş li hember gelan dewam dike, lê desthilatdar jî bila bizanibin bi têkoşîn û berxwedana gelan ev komplo têk çû. Em weke jinên Şehbayê şahidên kiryarên dewleta tirk û siyaseta faşîzma AKP'ê û MHP'ê ne. Dewleta tirk bi rêya çeteyan dijminatiya jinan dike û her roj jin rastî, revandin, qirkirin, tecawiz û qetilkirinê tên. Dewleta tirk ji hêza jina azad ditirse ji bo wê herdem êrîşî jinan dike. Îro li Bakurê Kurdistanê tê xuyakirin ku yên ku rastî van destdirêjiyan tên jinên siyasetmedar, hevşaredarî û jinên pêşeng in. Dewleta tirk bi êrîşên xwe siyaseta çongdayinê dide meşandin, lê li hember van hovitiyan wê israr û berxwedana me dom bike.
Em weke jinên Şehbayê bi saya fikra azad a Rêber Apo roja îro bûne xwedî seknek azad, berxwedan û xwedî nêrînek azad. Ji bo wê em biryara domandina têkoşîna li hember faşîzma dewleta tirk û çeteyên wê didin. Li ser van esasan em diyar dikin ku li hember siyaseta qirker ku dewleta tirk derheqê gelan û bi taybet jinan dide meşandin serî hildin."
 
Paşê jinên ku beşdarî daxuyaniyê bûne bi daxwaza şikandina tecrîdê û rizgarkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navenda navçeya Fafînê tevlî kampanyaya îmzayê bûn.
 
Hêjayî bi bîr xistiniyê ku roja şemiyê dê ev kampanya bi awayekî rêxistinkirî  li hemû navçeyên  Şehbayê bên lidarxistin.