Jinên Êzidî komplo şermezar kirin

  • 15:26 8 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ, bi minasebeta salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got: "Bersiva heri mezin a li dijî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê pêkanîna xwesariya Şengalê ye. Bi xweseriya Şengalê re em ê tola hezar salan, ji neyaran bigrin û gelê xwe bigihînin azadî û serfiraziyê." 
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJE), bi wesileya salvegera Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de komplo hat şermezar kirin. Daxuyanî bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rêber Apo ji ber ku rêbertiyê ji gelên bindest re kir û daxwaza azadiya jin û civakê dikir hat hedef girtin. Rêber Apo hemû jiyana xwe li ber azadiya jin û civakê de da. Encam de jî li Kurdistane pêşiya jiyana azad vekir. Gel û jin ji bo azadiya xwe têkoşînekê bê hempa dan. Taybet di Şoreşa Rojava û berxwedana Şengalê de qehremantiya jin û lehengiya şervanên azadiyê derket pêş û bi tîpên zêrin destana serkeftinê nivîsandin.
 
Di encam de bi fikir û felsefeya rêber Apo li Şengalê pêrgala xwe parastin û xwe rêvebirinê hat avakirin. Armanc û daxwaza şehidên azadiyê ew bu ku Şengalek xweser û demokratîk ava bibe. Şehid ji bo civakêk reya heqîqetê ye. Heke li ser rêya şehidên xwe em bimeşin tu car em winda nakin û bin nakevin. Em dibêjin heta Şengal xweser nebe, xwe neparêze û xwe bi rêve nebe tu carî xeterî û metirsî li ser xilas nabin.
 
Ji ber wê ji pêwiste xweseriya Şengalê divê bê naskirin û bê qebûlkirin. Em wekê TAJÊ dibêjin ku hemû xebat û tekoşîna me yê ji bo parastina jin û xweseriya Şengalê be. Bersiva heri mezin a li dijî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê pêkanîna xwesariya Şengalê ye. 
 
Hêzên komploger jina azad û civaka azad ditirse. Lê jin û civaka Êzidxanê çawa di dîrokê heta niha, ji bo çand û baweriya xwe li ber xwe daye dê niha pêve jî  ji bo azadiya xwe û xweseriya xwe jî li ber xwe bide û têbikoşe. 
 
Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê bang li hemû jin, ciwan û civaka xwe dikin ku ji bo xweseriya Şengalê rabin ser piyan, li qadan dengê xwe bilind bikin. Êdi wextê azadî û xweseriya Şengalê hatiye. Azadî û xweseriya Şengalê tenê bi pêşengiya jin û ciwanan ava bibe. Heger em niha dengê xwe bilind nekin û yêkitiya xwe ava nekin û rêxistina xwe xurt nekin, em ê nikarbin xwe ji êrişên biparêzin û pêşeroja xwe bi dest bixin. 
 
Heger em dixwazin pêşiya qirkirin û fermanan bigrin em ê ji bo Şengalek xweser û azad bi hemû heza xwe xebat bikin û rêxistina xwe mezin bikin. Pêwiste em qadên têkoşînê vala nehêlin û di her firsetek de vîn, helwest û hêza xwe nîşan bidin. Derketiye holê ku civakek xwe rêxistin bike û ji bo azadiya xwe rabe ser piyan tu astengî nasnake û tu hêz pê nikare. 
 
Ji ber ku hêza herî mezin îradeya gel bi xwe ye. Em dibêjin bi xweseriya Şengalê em ê tola hezar salan, ji neyaran bigrin û gelê xwe bigihînin azadî û serfiraziyê. Xweserî û azadiya Şengalê girêdayi azadî û têkoşîna jinê ye.”